Ferhenga înteraktîf
melissa p.
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-melissa p.

2. min jî dixwest vê canikê nas bikim ka hêla



17.03.2014 20:23 | elomelo

3. bi xêra wê hevalêt min î malê ku di heyata xwe de pertûkek nexwendibûn pertûk xwendin heta dawî. xwedê wê bihêlît



17.03.2014 20:33 | bagurdan

4. min pirtûka wê nexwendiye û cara ewil ji devê nivîskarên tirşikê dibihîsim lê bi qasê ku dixweye derpêsisteke temam e.. mereq dikim gelo rojekî wê derpêsisteke meşhûr ji nav civaka kurd jî derkeve an na.. eger ji min bê pirsîn ez ê bêjim na, derpêsistî û doxînsistî baş e lê ji bo jin û mêrên hev û di nav nivînan de, ne li ber çavên xelkê û ne ji bo metirsiyên ticarî..



17.03.2014 21:35 | endazer

5. ew jinik e ku teqlîdkirineke din a tirkan xistiye bîra min.

ji ber ku pirtûka melissa p. pir hatibû firotin, weşanxaneyên tirk yên tijeaqil (!) nivîskarên nû ji xwe re peyda kirin bo nivîsandina pirtûkên bi vî rengî. naveke biyanî ya çêkirî li wan nivîskaran kirin û berg û qapaxa pirtûkê jî wer dan xuyakirin ku te dê bigota qey pirtûk ji weşanxaneyeke biyanî derketiye û bo tirkî wergerandine.

ji weşanxaneya marti romaneke bi navê eskort derhatibû. navê nivîskar biyanî bû. te navê wergêr di nav rûpelên pirtûkê de nedidît. axir mirov tê digihişt ku ew roman ne werger e. nivîskar bi tirkî nivîsiye ji ber ku nivîskar ne biyanî ye, yekê tirk e. bi kurt û kurmancî, navê nivîskar biyanî lê nivîskar tirk, û weşanxane sextekar.



23.04.2021 21:14 ~21:25 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» melissa p.

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî