Ferhenga înteraktîf
navenda çanda mezopotamya
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-navenda çanda mezopotamya

1. di sala 1991’an de li bajarê Stenbolê, di bin rêvebiriya çend rewşenbîrên Kurd de hate sazkirin. Armanca sazbûna NÇM’ê ew bû ku huner û çanda Kurd, bi pîvana hûner derxîne holê û bi gelê dinyayê re par bike. Bi vê felsefeyê, di serbana NÇM’ê de komên hûnerê hatin û tên avakirin.



02.04.2014 13:59 | xwelî li ser

2. Ji xeynî komên xwe yên muzîkê tu tişt bi ser nexistine. Û tu carî nebûye nçm ew hertim mane mkm



18.12.2014 20:19 | cîncoqo

3. (bnr: nçm)

Navendên çandê yê kurdan e. Di bin vî sernavî de li bajarên ku kurd li dijîn xebatên çandî birêve dibin. Li cizîra botan bi navê:

(bnr: navenda Çand û hunera mem û zîn)

xebatan dike.



18.12.2014 21:06 | xendekî

4. Gelek komên serkeftî jê derketine. Yek jê jî koma rewşen.



18.12.2014 21:20 | azadixwaz

5. saziyeke ku li stenbolê weke mala bavê a xwendekarên kurd bû. bi taybetî jî li kolaneke weke kolana istiklalê, di nav biyanîbûnê û di nav xerîbiyê de cîheke ku mirov bêhna xwe vedikir bû. gelek car hebûn ku ez li bar ên asmalı mescitê, di bin bandora mûzîkên teqerek, cixare û mey de ji xwe dûr diketim. di vî rewşê de nçm gelek caran bo min dibû cîhê terapiye. min mey a xwe û hevalên xwe li barê dihîşt, bi lez li dûr diketim, direvîm û diçûm nçmê û çayeke bi dem vedixwar.



19.12.2014 10:27 | nazim tolhildan

6. Nçm roja 16’ê berfanbarê ji bo 32’yemîn salvegera xwe ê konser bide. Di konserê de yalda abbasî û dengbêj kazo jî hene. Kesên ku ê tevlî konserê bibin bila di dewsa min de jî li wan hunermendan bihisin…

( 15.12.2023)edît: konser hatiye qedexe kirin. konser ê di demeke nêz de bê lidarxistin. sibe saet 11:00an ê cih û dema nû ya konserê were ragihandin.



14.12.2023 00:36 ~2023.12.15 21:29 | çaya germ

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» navenda çanda mezopotamya
» çanda ommetê
» mezopotamya tv

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî