Ferhenga înteraktîf
kelecan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kelecan

1. nizanim peyvekÎ nÛ hatÎye ava kirin yan kevn Û asÎle, lÊ ku eger nÛ hatibe ava kirin birastÎ zimanzan karkÎ pir baş kirine. mirov, qe nebÎhÎstibe jÎ gava ku tÊ bÎhÎstin meriv carkÎve dizane hemwateyÊ heyecanÊ ye.



03.04.2014 13:11 | hun çawane heval

2. Dema kelecanê di nava mirov de lebatek çêdibe loma kelecan peyveke pir xweş e ji aliyê peysaziyê ve



27.05.2020 16:11 ~2015.04.09 17:22 | gêjê

3. Peyva heyecan ya bi eslê xwe ji erebî van salên dawiyê di nivîsên gelek kurdan de bûye kelecan (kela/germiya canî/giyanî). Heta hin kes texmîn dikin ku heyecan ya ”tirkî” forma ”xirabkirî” ji peyva ”kelecan” ya ”kurdî” ye. Lê di rastiyê de ”heyecan” ne ji tirkî lê ji erebî ye û ”kelecan” vê dawiyê li ber wê hatiye çêkirin heçku maneya wê ”kela canî” be.



27.08.2020 01:43 | ezcan

4. erê dişive heyecanê lê ji du peyvên xweş wate pêk hatî ye .
kela can .
kel û can jî bi kurdî ne .
gava tu diçe cem yara xwe kelek tê canê te..
can eslê xwe gyan e lê seba tîpa g di alfaba érebî de tinne wergeriya c ..
"di wextê ku islam li îranê berbelav dibû éreban gelek peyv ji zimanê îranê vegirt û li gor rêzimana xwe nivîsîn.
wek zeman(zaman) ji jamana avestayî hatî ye girtin jixwe di sanskrîtî de jî jaman heye hetta peyva temen ya soranî ji jaman tê."



27.08.2020 20:49 | shwinsherm

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» kelecana çuna ciheke nû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî