1. bernameyekÎ rind bu. hÊ didome nizanim |
|
06.04.2014 16:15 |
hun çawane heval
|
2. berê li ser kanala gali kurdistan bû, û xanimekÎ bi navê sîdar basut pêşkêş dikir, lê îcar çûye ser trt 6ê û xanimekî bi navê îman ferman pêşkêş dike.. hê dema li ser gali kurdistan bi pêşkêşkariya sîdar basutê dihate weşandin, liqayî çend beşekî ji vê bernameyê li ser televîzyonê bibûm.. ne pêşkêşkara bernameyê sîdar xanimê dikarî biaxive (tabî dema mirov di jiyana xwe ya rojane de tirkî bikar bîne û kurdî tenê wek kar û pîşeyeke ku debar pê tê kirin bibîne, bivê nevê mirov dema diştexile, dilikume û diterpile) û ne Jî ew kes û karên ku ji deverên muxtelîf ên bakurê kurdistanê bername lê dibû mêhvan.. |
|
26.06.2014 02:29 |
endazer
|
3. bernameyeke gelek xweş û bikêrhatî ye, nemaze ji bo wan kurdên ku dixwazin başûrê kurdistanê başebaş nas bikin.. li ser înternetê min lê nêrî teqrîben 120-130 beş hatine çêkirin heta niha, û hema bêje gundek, navçeyek, ji deverên başûrê kurdistanê bernedaye ku neçûyê lê nebûyî mêhvan.. vêca bi ser de jî pêşkêşkara bernameyê gelekî jêhatî ye û profesyonel e, kare bi hêsanî têkiliyê ligel hemû pêkhateyên civakê dane, pirsên baş û di cihê xwe de dipirse li ser jiyana rojane, erf û edet, deb û nerîtên devera ku lê bûye mêhvan.. pêşkêşkara bernameyê têra ku bikaribe bi xelkê re têkiliyê dane, bi kurmancî, soranî, erebî, tirkî û tirkmenî û îngilîzî zane, min duh li ser înternetê darî çend beşek ji vê bernameyê kir, xanimê ji nav zimanên ku li başûrê kurdistanê tên axaftin, zimanek tenê berneda.. kurdek eger bikaribe darî hemû beşên vê bernameyê bike, dema çû başûrê kurdistanê bi hêsanî çi bi behdînî û çi bi soranî wê bikaribe têkiliyê ligel xelkê deyne û îşê xwe bibe serî.. |
|
26.06.2014 13:01 |
endazer
|
4. sîdar basur di qanala hanê de hê jî peywira xwe didomîne lê ez bawer im navê bernameya sîdar basut, rêngên bakur e |
|
26.06.2014 18:56 |
ferhenga şikestî
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |