Ferhenga înteraktîf
bişkok
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-bişkok

1. dugme û bi tirkî jî 'düğme'.



mînak: bişkoka tevlihevê, bişkoka ku dema mere pê lê dike çend mijarên ku berê hatine nivîsîn, li aliyê çepê yê tirşikê dide xuyakirin.



10.04.2014 17:11 | mergehez

2. nizanim ka ev peyv ji bo dugmên gomlekan tê bi kar anîn an na.

li cem me em tenê dibêjin dugme



10.04.2014 17:13 | mergehez

3. ya ku li cem me yanî li cizîrê jê re dibêjin qumçe/qupçe.. wek;

qumçeya gumlegê min jê ketiye, ka xêra xwe ta û derziyê bîne de ez pê ve bikim..



10.04.2014 17:17 | endazer

4. bişkok dibêjin.. lê li ba me pîrzonik jî têt karinîn,( bişkokên biçûk) ( denga p nezîkî denga b ye) weke, pîrzonikek îşliga min qetiye ce ( ka) şûnê de bidûre...



10.04.2014 19:00 | havka

5. em ji "düğme" dibêjin qonçe, ji "gonca" dibêjin bişkok.

azerî ji "gonca" dibêjin qonçe. - Divanesiyem Men Bele Bir Qonçe Gülün -

----bû tevlîhev----



10.04.2014 20:53 | dara berrûyê

6. Li ba me wekî "bişkoka gomlek", " bişkoka pantor " li kar e. Bi kurt û kurmancî li ba me bişkok bişkoke e. Yanî "düğme"ya tirkî çibe li ba me jî bişkok ew e.



10.04.2014 21:21 | ceso

7. li cem me em dibêjin qunçe jÎ. hetta qunçe hin pir tê bi kar anÎn.



11.04.2014 00:36 | mergehez

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bişkoka lêgerîna nivîskaran û ya nivîsan

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî