Ferhenga înteraktîf
veqetandek
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-veqetandek

1. qertafên ku di ravekê de mêjer an zayenda reveberê diyar dikin..

-a mê, ner, -ên pirjimar berxika mîhê, êşên dilê, nanê me..

piştî qertafên nenasiye -ek û -in'ê veqetandek diguherin

-a dibe -e.......... dibe.......... -ên dibê -e



bi veqetandekê piştî qertafên nenasiye ( -ek , -in)

hevala min....................... havaleke min

hevalê min...................... hevalekî min

hevalên min .................. hevaline min

malên taxê .........................maline taxê

darên bexçeyê ....................... darine bexçeyê

( jêgirtî ji rêzimana kurmancî, b.baran )

di nava gelek çavkaniyan de ( hema hemû) mijar ne weha ye.

veqetandekên nebinavkirî -eke(mê), -ekî(nêr) -ine(pirj.) hatiye nîşan dayin..

rave kirina -ek û -in'ê nekirine ek= qertafa nediyariyê ya yekjimar e , in= qertafa nediyariyê ya pirjimar e...



20.04.2014 00:09 | havka

2. her wiha binêre: (bnr: qertafÊn tewangê)



20.04.2014 00:16 | mergehez

3. ji bo bêtir bê fêhm kirin dixwazim du sê hevokan bidim:



veqetandekên binavkirî:

ji bo hêmayên ku diyar in, yanî em dizanin tiştên ku em qalê dikin, çi ne..

mînak:

- amedo tu dikarî pirtûka xwe bidî min.. (yekjimar-mê)

- yadê ez ê îro kîsê xwe tijî pembo bikim.. (yekjimar-nêr)

- ez ê çêlekên me bîçêrînim.. (pirjimar-mê)

- guhên min êdî zêde nabihîsin.. (pirhejmar-nêr)



veqetandekên nebinavkirî:

ji bo tiştên ku ne diyar in ku hejmara wan çî ye an jî li ku derê ne..

mînak:

- ez ê ji fuarê pirtûkekê bikirim.. (yekjimar-mê)

- ez ê nanekî bînim, hûnê çi bînin.. (yekjimar-nêr)

- ez ê pirtûkinan bikirim.. (pirjimar-mê)

- ez ê dîkinan şerjê bikim.. (pirjimar-nêr)



weke hûn jî dibînin:

1- di pirhejmariyê de mê an jî nêr ferq nake

2- veqetandek ji navdêran cuda nayê nivîsandin



13.12.2014 16:00 | mergehez

4. Veqetandek her tim di ravekê de tê pêşiya peyva yekem. Ango peyva yekem veqetandekê digire.

Wekî :

Bavê min - yekjimar, nêr
Kurdistana min - yekjimar, mê
Gulên min - pirjimar, zayend ne dîyar e



29.10.2020 00:01 | yûsiv

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» veqetandekên nebinavkirî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî