1. malperekÎ ji bo kirîn û firotin pir serkeftÎ, pir baş u aramdar e. |
|
21.04.2014 15:37 |
hun çawane heval
|
2. Malpereke danin û standinê ye ku birastî jî qedr dide Mișteriyên xwe. Tiștên bi qalîte û erzantir li vir peyde dibin. Lê di gumrika tirkî de piștî €30 divê hun %20 vergîyê jî bidin (kurmanciya vergî çiye law*). Zû bersiva hemû pirsên yekî didin. Helal bê wela! |
|
04.03.2017 10:02 |
gumgumok
|
3. Li êlihê di dema dewleta osmanî de ji gundekî ku nêzikî gundê me ye û navê wê bêcirman e bac nehatibû standin. Ji ber ku digotin em seyyid in yanê em neviyê pêxamber in rêzê wan digirtin. Li dû ketina dewleta Osmanî rêveberiya Komara Tirkiyê navê vê gundê kir ''vergili'' û êdî pê ve bac jî tê standin. Gundê bêcirman gundekî kurdan e, navê wê yê bi kurdî hê jî bêcirman e he jî carinan dibêjin em seyyid in. |
|
04.03.2017 12:57 |
rûbar
|
4. Sîrketa ku carinan mirov ecêbmayî dikin. |
|
18.04.2017 01:33 ~01:36 |
gumgumok
|
5. derî mijarê ye lê mijarên wiha dema dibînim fîlma vîzontele tê bîra min. |
|
18.04.2017 22:45 |
endazer
|
6. sala çûyî nêzîkî $23 mîlyar hecel bi dest xistiye ku ji aboriya gelek dewletan zêdetir e. helbet ne tenê bi malperê lê bi servîsên xwe nî din gihaştiye vê astê. di nûçeyê de dibên ji hecelên snap, twtr û yên din 2 caran mezintir e lê jixwe rewşa wan servîsan eşkere ye helbet meztir be. |
|
26.05.2021 13:00 ~13:03 |
hueyn
|
7. car caran dibîhîsim ku ji bona pirtûkan erzanîyên mezin çêdikin. |
|
28.09.2022 21:41 |
blabla
|
8. di amazonê de bo pirtûkên kurdî jî erzanî çêdibe. hinek pirtûkên kurdî ji pirtûkfiroşên kurdî erzantir in. jixwe kargo belaş e , lê hewceye mirov hertim bişopîne. |
|
28.09.2022 23:09 ~23:09 |
pirtûkhez
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |