Ferhenga înteraktîf
bayê felekê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-bayê felekê

1. biwêjek xweş e lê wateya wê tam nizanim. em wisa bi kar tînin,



- serhat li kur ye, ÇIMA NEHAT XWARINÊ*

+ ketiye ber bayê felekê, ma qey haya wî ji dinyayê heye êdî..



yanî em ji bo kesên ku hinek gêj bûne, serê wan tevlîhev e bi kar tînin.



21.04.2014 21:07 | simurg56

2. navê rêzefîlmeke trt 6 ê ye . kengî destpê kiriye nizanim. îro lê rast hatim û min hinekî temaşe kir.

wellehî divê îtîraf bikim ku, di nav rêzefîlmên ku bi kurdî hatine kişandin de, belkî yê herî baş be.

nabêjim xweş e, dibêjim baş e; him ji aliyê ziman ve him jî ji aliyê lîstikvaniyê ve.

min ji kadroya trt 6ê evqasî hêvî nedikir.



30.05.2014 20:55 | simurg56

3. di çîrok û çîvanokên li ser zar û ziamnê xelkê de ji bo behsa kesên ku bêyî semt û bêyî tevdîr liqayî qeza û belayekî hatiye bê kirin tê bikaranîn.. wek; haya feqîro ji bayê felekê tunebû, çawa da çêm, lehiyek rabû û avê da ber xwe, hê jî kes nizane bi kû ve bir..



30.05.2014 21:49 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bayê tu anî an bagerê tu anî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî