Ferhenga înteraktîf
genî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-genî

1. ji mirov û ajalên kirêt, pîs yan jî lewitîre tê gotin.TaybetÎ Mêrdînî bikartînin.

Mînak: kÛçikê genî.



02.05.2014 12:09 | cekdar

2. Mînakek ji bo wê: "vay çend roj in min serê xwe neşuştiye, ez hemdî xwe bûme geNî"*



02.05.2014 14:19 | mergehez

3. toraqa genî



02.05.2014 21:46 | newenda

4. bêhnpêketî, petiyayî.

- ev sêv genî bûye.

- bêhna genî ji te tê.



03.05.2014 00:02 | oxir

5. tiştek gava ku xera dibe bêhnek jê tê, ha ew bêhna bêhna genî ye. ez ji hevalekî xwe re dibêjim kurmî ew jî ji min re dibêje genî.



03.05.2014 00:55 | jêrbelek

6. bo vê behna sifti jî dibêjin, nizanim herêmî ye an na..ji tiştên pîs û kirêt de bêhna sifti tê..



03.05.2014 02:22 | havka

7. behsa moxoliyan dikin ku serê xwe nedişûştin û ewqasî genî bûn ewqasî genî bûn ku berî sê gundan bêhna wan digihişte mirovan. ku ew bêhna ji tirr û fisan xerabtir dikete nava pozê mirovan de hewce nedima ku xencer û şûran bikine dilê mirovan de ji xwe ji wê bêhna genitiya wan mirov difetisîn û dimirin.



03.05.2014 13:56 | serxush

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» genî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî