Ferhenga înteraktîf
axtapot
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-axtapot

1. Heşt an jî deh piyên axtapotê hene. Axtapot hov e û bi piyên xwe nêçîra xwe digire. Kurka wê tijî aveke mîna hibrê ye. Li dijî êrîşekê, ji bo ku xwe veşêre, vê "hibrê" dipijiqîne.



(bnr: ansiklobediya zarokan)



10.07.2013 16:32 | endazer

2. xwarina wê jî dibe.min qet nexwariye lê di bernameyekê de dît.wek kartol yan jî mirîşkê didin firinê û tê pirjandin û wusa tê xwarin.



10.07.2013 18:14 | fizikzan

3. ajaleke deryayî ye ku bi qasê dizanim li gorî mezheba hanifî heram e lê li gorî her sê mezhebên din helâl e.

ji ber ku li gorî hanifiyan mahsûlên deryayî yên ne di şêweya masiyan de bin, nayên xwarin.



10.07.2013 19:24 | simurg56

4. ajaleke deryayî ye ku bé hestiye u di sinifa nermûşankî daye. Heri acalan jîr e di nav nermûşankîyada.



28.03.2015 23:28 | tîrejên rojê

5. bi kurdî "heştpê" yan "heştling" li gorî wîkîpediyayê de û min di gelek wergerên belgefilman de jî dîtiye Here lînkê, herwiha ew nav wergera rasteeast ya peyva yûnanî ye



07.09.2015 02:29 | dijber

6. ajalek ecêb e, tê gotin ku dema xwarinê peyda neke û pirr birçî be, milên xwe dixwe û dûre mîlê hatîxwarin xwe ji nû ve vedijîne

ne şaş bim sê heb dilê wê hene



07.09.2015 02:41 | ferhenga şikestî

7. Dema ku vê peyvê dibihîzim berî her tiştî fîlma tirkan a neteweperest Tarkan tê bîra min. Axtapoteke naylonî tê û pî û destên mirovan jê dike filan..



07.09.2015 03:17 | mergehez

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» axtapot

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî