Ferhenga înteraktîf
xerabûyîtiya kesayetê ya obsesîf kompulsîv
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xerabûyîtiya kesayetê ya obsesîf kompulsîv

1. nexweşiyek psîkîyatrîk e. nexweş xwediyê hinek obsesyonan e. weke mînak qedehek çayê ku maye nîvço bibîne, aciz dibe, dilê wî digivişe, moralê wî/wê xera dibe û hwd. ew bixwe jî dizane ku fikrek bêwate û bêmantiq e lê nikare xwe.



vê nexweşiyê de ev obsesyonên mirov dibin sedema kompulsiyonan. yanî tevgerên ku mirov dema wan dike, dilê xwe rihet dike.

weke mînak, dema qedehek çaya nîvçomayî dibîne nikae xwe bigire û diçe wê dirîjîne. her cara ku çayek wisa bibîne, diçe wê çaya mayî dirijîne. ev mînakek hêsan û bêguneh e, lê carina tiştên bi rastî jî ecêb çêdibin.



weke mînak carekê rastî nexweşek hatibûn ku digot kengê patronê xwe dibînim, xeyal dikim ku bi wî re seksê dikim. nexweş bixwe jî mêr bû. û digot ez misilmanên, hûn min bikujin jî nikarim tiştek wisa bikim, dizanim tiştek nebaş e û jê nefret dikim, lê ez nikarim mejiyê xwe bisekinînim û hwd.



ji bo tedawiya wê seansên terapiyê fîlan hene û hinek derman jî tên bikaranîn. serî de dermanên ssri (Selective serotonin reuptake inhibitor)



05.05.2014 20:26 | simurg56

2. Kesên bi vê nexweşiyê ketine hêstên sucdariyê di nava xwe de dihebênin. Dixwazin kontrola wan li ser doran wan hebe. Li gorî freud di binhişa van kesan de meseleyeke ku çareser nekirine heye ev berê xwe diguhere û bi tevgeran derdikeve holê. Freud di nivîsa xwe ya bi navê "zilamê cird" de vê nexweşiyê bi nêrîna psîkanalîzê analîz dike.



17.01.2017 23:13 | gêjê

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xerabûyîtiya kesayetê ya obsesîf kompulsîv

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî