Ferhenga înteraktîf
gurz
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-gurz

1. deste.

- gurzek bexdenûs.



05.05.2014 22:35 | dara berrûyê

2. gurzê ristemê zal,gurzê zebaniyan... tê wateya van tişta jî.



05.05.2014 23:04 | hotîkê medê

3. hêsinê giran ê piranî girover ku ji bo derbeyên giran tê bikaranîn.



05.05.2014 23:13 | azadixwaz

4. Gurzek çilo..



05.05.2014 23:54 | birho_fîlo

5. (bnr: formata tirşikê)



05.05.2014 23:58 | azadixwaz

6. Piştî Gîha durînê gîha tê berhevkirin û bi prêze re tê girêdan ji vê re tê gotin.



30.04.2017 13:00 | mîr

8. li gorî ferhengê yek wateya qurzê qeft, baq deste, komên giha ku hatiye pêçandin e. Gurzên genim, gurzên giha..hwd.Wexta zarokatiyê li gund wekî nav û nûçik, ku ji me mezintir, keçikek re digotin “gurzê”.taybetiya wê por qutik qusandî û hinek jî por xirpûşkî (kivircik) bû. ji ber belengazî, xizaniyê jiyana gund, ku ber pêz, ango şixûlîna li zeviyên nok, genim de porê wê hinek hişk, rû û gwîn bet li ber rojê şewitî û hinek reşik bû. Ji ber çi nizanim wexta nêzîkî min dibû bêsedem ez jê ditirsîm û direvîm.



10.07.2022 02:07 | çomo

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gurz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî