don't breathe

 Fede Alvarez

 

 2016


 amerîka

 îngîlîzî

 88

 tirs rageşî tawan-sûc

 2016.12.28 12:23

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 sê xort, ji bo dizehî bikin dikevin mala zilamek kor ku leşkerek kevin e û di şerê iraqê de çavên xwe wenda kirine. ji dûr ve, weke zilamek bêxwedî û belengaz xuya dike lê wê ev şelandin qet ne hêsan be. her sê diz, dikevin derdê canê xwe.


don't breathe - Tirşik

don't breathe


. fîlmek ji cûreya tirsê ye. dema fîlmên tirsê ne li ser bingehên efsûnî û sersirûştî be, zêdetir jê hez dikim. ev fîlm jî yeke wisa ye. zilamek ku berê leşker bûye û di şerê iraqê de, her du çavên wî kor bûne, li mala xwe bi tenê dijî. pereyek zêde li mala xwe veşartiye. komek ciwanên ku dizehiyên biçûk dibînin, niyet dikin ku vî pereyê wî jê bidizin. lê ev dizehî wê karê wan yê herî zehmet be.

dema diçin qata jêr û wê jinika dîl-girtî dibînin û zilam bi wan dihese û elektîkê li ser wan dibire, êdî avantaj ya zilamê kor e. ji ber ku ew jixwe kor e û hînî tarîyê bûye. sahneyên di vê taritiyê de dikariya dirêjtir û cûdatir be, lê gelek kut bû kurik jî bi hêsanî ji destê zilam xelas bûnê. lê belê di eslê xwe de, di wan sahneyan de li gorî ciwanan, zilam didît û lê ciwan kor bûn vê carê.
min 83 pûan danê.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 83
    (imdb: 7.1)
    pûanê bide fîlmê: