Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
tuberkuloz - tirşik
tuberkuloz
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşiya ku navê wî a bi kurdî jana zirav e .



27.02.2014 10:31 | brusk56

2. nexweşiya ku dema belavî hinavan dibe(abdominal tuberculosis), di navbera rovî û organên din de dibe sedema bihevebûnên nedîtî û ger bûbe sedema xetimînê (îleus) wê demê divê were jihevvekirin û ev yek gelek zehmet û xetere ye.



19.03.2017 15:39 | simurg56

3. (bnr: nexweşiya zirav)

Sedema vê nexweşiye micobacterium tuberculosis e. Ev microb li dijî roniya rojê zehf hassas e û pê dimrê. J'bo ku miqrob ji rojê bimrin divê roj hebê. J'bo vê yekê bi tirkî dibêjin güneş girmeyen eve doktor girer yanî xaniyê go roj nekeviye, bijîşk dikeviye.



13.01.2018 03:52 | gumgumok

4. Bakterîyên ku werem ango tuberkulozê çêdikin mîkobakterî ne. Ya herî berbelav m. Tuberculosis e. Xeyni vê m. Bovis û m. Avium jî hin mîkobakteriyên din in. Di navbera mîkobakteriyan de ferq heye.
Mînak;
M. Tuberculosis: cihên rêjeya oksîjenê bilind e zêde dibe û ji ber vê yekê xwe li ceger digire. wexta ku kesekî nexweş biştexile, bipişke û bikuxe bi dilopên ji devê wî derdikevin xwe digihîjîne kesên din.

M. Bovis: cihên rêjeya oksîjenê kêm e zêde dibe û bi rêya demarên xwîn an jî lenfê li lebatên mirovî belav dibe. Ger xwe li derzanekê bigire ev cure tuberkuloz wek nexweşiya pott-î tê bi nav kirin. Ji ber ku ceger nagire bi rêya dilopan sîrayetî kesên din nabe.

Tuberkuloz dikare ji ajalan derbasî mirovan bibe yanê nexweşiyeke zoonotîk e.


Spînoza, goethe, friedrich schiller, dostoyevski, anton çehov, franz kafka û george orwell hin navdarên ji ber weremê jiyana xwe ji dest dane ne. Kesên ku li vê lîsteyê meyzandine wisa fikirîne: ev nexweşî qabiliyet û jêhatîbûnekê dide mirovî. Ji ber vê yeke jî ev nexweşî wek nîşaneya romantîzm û jîr bûnê hatiye pejirandin.
Lê piştî ku derketiye holê ev nexweşî li cihên genî, bêhewa, qerebalix û feqîr zêdetir e û bi yên ku bi van re hiv, aids heye zêdetir tê dîtin ev fikir berevajî dibe. Êdî tuberkuloz nexweşiyeke aîdî kesên feqîr, cehîl, nebaş û neqenc e.


Li sala 1882yan zanyarekî alman robert koch,ku ew wek bavê bakteriyolojiyê tê qebûl kirin, m. Tuberculosisê vedibîne. Herwiha testa ppd'yê bikar tîne û bi vê testê kesên ku bi m. Tuberculosisê miqabilî hev hatine zexm dike.

Piştî sedem diyar dibe êdî dor dora tedawîyê ye. Heya sala 1940an dermanek bo weremê tune ye. Sala 1945an selman waksman streptomîsînê dibîne û rêya antî-tuberkulozan vedike. Dû streptomîsînê re îzonîazîd, rîfampîsîn û etambutol jî tên hazir kirin û di tedawiya tbc'yê de tên bikar anîn.

Aşiya tbc'yê bcg ye. Lê ev aşî mirovî ji tbc'yê bi temametî naparêze. Tenê rêjeyê kêm dike û nahêle tbc li nexweş xwe giran bike.

24ê adarê roja cîhanî ya tuberkulozê ye.



16 roj berê 15:04 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
olympiacos f.c. [1]
Yek ji tîmên futbolê yên Yewnanîstanê ye. îsal sezona 2023-2024an da d...
belki ev jî bala te bikişînin
» tuberkuloz

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî