1. xwarinek basît û tama wê pirr xweş e.(bnr: yê ku nexwarî bila xwe ji paceya herî nêzik de bavêje jêr) |
|
11.12.2013 18:06 |
bayesar
|
2. ewka ku ez bixwe gelek jê hez nakim. dimsa tê de çiqas hindik be bi min ewqas xweştir tê. heta hîç tune be çêtir e. ji vê yekê jî tê fêhmkirin ku ez ne ji dimsê lê ji berfê hez dikim. neyse. |
|
11.12.2013 19:49 |
simurg56
|
3. (bnr: berfedimsk) |
|
12.12.2013 00:20 |
ceso
|
4. ya ku li cem me yanî li cizîrê jê re dibêjin berfûdivs.. belê li cem me ji dimsê re jî dibêjin divs.. hetta ji bo kesên sempatîk jî dibêjin xwîndivs.. bi piranÎ dema behsa xweşikatî û şîraniya keçekî tê kirin dibêjin xwudê bihêlê xwîna wî divs e divs, mirov xwe jê xilas nake.. |
|
12.12.2013 06:18 |
endazer
|
5. çaxê havînê şûna berfê (bnr:mehîra bi dims ) heye. |
|
13.12.2013 00:34 |
kevçiyê dil
|
6. "berfa bi dims" nine "berfedims" e zibistana dema berf dibarîyan me çê dikir.. çê kirina wi gelek hêsane berfê u dimsê li nav hev dixî a şita berfedims... |
|
13.12.2013 19:44 |
gokerr
|
7. Ne ji te be wê kes berdimskê nexwe |
|
01.04.2015 18:44 |
cîncoqo
|
8. berfa bi mot jî tê gotin û qet ne tiştekî xweş e..xwarina mota tirî bi mêst an jî bi rûnê pez (nivîşk) re hin xweştir e.... |
|
27.05.2016 00:58 ~00:59 |
havka
|
9. berfedimsk jî tê gotin dimsê ku bêrf tevlî dibe û dib şêranîyek cemidî, divê berfa kera û kuçika nînbe yanî berfa cara yekem dibare nînbe jiber mîkroba.. û berfa nêvzî bihîst jî nînbe tema axê jê tê.. berf niha edî ne şerte meriv dims têkê, meriv dikare kolayê têkê navê wê bike berfekola jî.. |
|
27.05.2016 23:13 |
shorbevan
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |