1. pirtûka nû ya xebatkar û kedkarê kurdî alî gurdilî ye, ji weşanxaneya soran (ku weşanxaneya zeynel abidîn han e) bi ebata pirtûkên dersê derketiye.
Ji rewanbej.com'ê:
Xebata felsefî ya nivîskar-civaknas Alî Gurdilî ya bi navê “Destpêka Felsefeyê” ji hêla Weşanxaneya SORAN hate weşandin. Ev berhema hêja niha li benda xwendevan û felsefehezan e… Pirtûk, bi rêya sed gotarên felsefî-zanistî felsefeyê rave dike. Xebata alî gurdilî xwerû bi kurdî ye û felsefeyê li xwendevanan bi kurdî dinasîne…
Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966-an de , li navçeya Gurdilan/Misircê, a ku girêdahîyê bajarê Sêrtê ye, hatîye dinyayê. Piştî, di sala 1980-an de tevî malbata xwe koçî bajarê Îzmîrê dibe, dikeve beşa civaknasiyê ya Zaningeha Ege-yê, û piştî çend salan jî zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Taybetmendîya mamoste Alî Gurdilî ev e ku, hemû ked û xebatên xwe yên felsefî-zanistî bi zimanê daykê, bi kurdî pêk tîne…
Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Kovara Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetîya beşa felsefeyê dike û bavê du zarokan e. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya bi navê www.felsefevan.org ê û xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e.
Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin;
1-dengê felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006
2- rewîtiyeke zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007
3-jiyan û felsefeya mensûrê hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. Stenbol 2015
|