1. (bnr: ettar) |
|
13.01.2015 15:25 |
xendekî
|
2. navenda danûstandinê ya gundan ku cem me jê re etoruk tê gotin. ji ber ku ez ne li gund mezin bûme, min qet wan neditiye lê te dît kengê pîrên me bigihin hev behsa gund dikin. |
|
13.01.2015 17:20 |
simurg56
|
3. di biçûkaniya min de etarê gundê me mehemed bû û her ku dihat gundê me dihat mala me siwareya xwe li hewşa me dihîşt. neyse rojekê piştî ku etar ji gund veqetiya û ber bi mala xwe bi rê ve ket, me nuçeyek sitand. mehemed di rê de qezayek kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. ez pir xemgîn bibûm, hê jî dema ku tê bîra min xemgîn dibim. ax mehemedo axx, te wê divançeyê neda min û gihaştî dilovaniya xwe... |
|
14.01.2015 00:24 |
mergehez
|
4. yano çerçî. çerçîyên gundê me ne yek û ne dudu bûn. hin siwar bûn hin peya bûn. xalê selîm hebû jê re digotin selo pirço wisa pirça canê wî ji nav îşlikê wî difirya. peya bû heqîba xwe dida pişta xwe û mal bi mal digerya. tiştik û xiştikên pirr qelîtelî digerandin xelk gelek tiştan jê dikirîn heta carinan sîparîşan jî digirt. yekî din jî lawê zihad bû. ev kedkara siwar bû, hespa wî ya feqîr ereboka jihevdeketî li dû xwe kaş dikir gund bi gund. lawê zihad dema ji jêrî gund de diket nava gund bi dengê hêl ba dikir digot pîrêê pîrêêê... pîrê serê xwe di ser bendê re bilind dikir digot quzê pîrêêê...mala nezîr çerçîyên modern bûn; bi transîtê digeryan. bayroyê kwer û hesîm jî çerçîyên zaroktîya me bûn. |
|
16.07.2015 03:09 |
şêxê bêserî
|
5. (bnr: nurîyê etar) |
|
16.07.2015 14:25 ~14:30 |
shorbevan
|
6. (bnr: helawê ettar) |
|
24.11.2019 13:33 ~13:35 |
bayesar
|
7. Heta 12-13 saliya xwe jî min nizanîbû çiye. Ca min çûbû Dêrikê û ez bê kontor mabûm min telefon kir got "yadê ji min re kontoran bişîne" ew jî keniya go ez li gund im ez ê ji etaran kontor bişînim ji te re. Ancax wê çaxê hay bûm tişkî wisa heye bi min pirr ecêb hatibû gundek bê dikan. |
|
25.11.2019 00:58 |
biaqila malê
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |