1. Ji ber qenciya yekî tê gotin. |
|
10.01.2015 22:33 |
mîr
|
2. awayê wê yê kubartir; spasiyên xwe pêşkêşî cenabê te dikim.. |
|
10.01.2015 22:38 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. Hevokek e ku ji peyva kevnarê Kurdî "supas" û wergera "ederim" a Tirkî pêk tê. Spas nayê kirin lê belê tê lê kirin. Mînak: Spasiya te dikim. Sipasiya şehîdan dikim. Ger yek bixwaze ji kesekî re razîbûna xwe bide nîşan "spas" bi tena xwe bes û rast e, "dikim" zêde û şaş e. |
|
20.05.2015 07:54 |
cngsgncc
|
4. berê ji bo min her cihê pirs û mereqê bû ka gelo dema yek ji min re bêje spas divê çi bersivê bidim.. li ber desta alternatîveke wekê spas xweş hebû ku diyare li ber sihhetxweş û destxweşê hatibûye çêkirin, lê kêfa min jê re nedihat û dilê min lê rûnedinişt.. min jî ji xwe re spastir çêkir û ev çi qas e bi dileke rihet bikar tînim, tişta ecêb ema dibêjim spastir tu kes jî namîne heyîrî û napirse û nabêje te ji kÛ anî ev peyva nazenîn, tê bêjî qey ev sed sal in peyva spastir di ferhega kurdî de heye, temam ez dewa mafê telîfê li tu kesî nakim lê ev helwesta xelkê jî min mat dihêle.. |
|
20.05.2015 08:06 |
endazer
|
5. peyva ku gelemperî spas tê zanîn lê nizanim çima wisa ye. |
|
18.04.2020 23:53 |
brzn
|
6. (bnr: spasiba)) |
|
02.05.2021 01:09 |
ciruskek ji agir
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |