Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
ez hej te dikim - tirşik
ez hej te dikim
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li cem me, li cizîrê forma diyarkirina hez û muhbeta dilê xwe ji bo kesekî dî, li gorî form û qaliba ez ji te hez dikimê deh qetî sivktir û xweştir e.. peyva hejê ya vê qalibê ji peyva hez û daçeka jiyê pêk hatiye.. wek;

- tu bêtir hej diya xwe dikî an bavê xwe?

- ez hej tu kesî nakim.. (bi rastî jî di kiçikatiya xwe de li hemberî vê pirsa bêmantiq min ev bersiv dida * )



21.05.2014 19:26 | endazer

2. kêngî versiyona hanê bibihîzim bilind îbrahîm tê bîra min û bi ya min jî versiyan an jî hevoka xweştirîn a ji bo bilêvkirina rewşa hanê ye..

hevoka dijwartir û zehmetirîn a zimên e ji ber ku tu hesta kurtirîn a mirovî/ê bi lêv dikî û dibe ku encam ne baş be. taliya taliyê weka ku nazim hîkmetê kemalîst jî dibêje 'ji ber ku tu hej ji sevê dikî, ma sêv jî mecbur e ku hej te bike?'



21.05.2014 19:35 | ferhenga şikestî

3. gotina ku li cem me bi awayê "ez hij te dikim" tê bilêvkirin. li şûna "ez ji wê hez dikim" jî dibêjin "ez hijê dikim". erê welleh xweş e her tiştî kurt bikin wilo *

heke ku hejkirin an jî hijkirin versiyona kurtbûyî ya hezjêkirin-ê be nexwe çima zimanzanên me wek jêhezkirin bikartînin?



21.05.2014 21:16 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hejmara kesên min dişopînin

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî