1. belgefîlmeka robert kenner e, belgefîlm behsa endûstriya xwarin û xurekên bi riyên ne xwezayî tên hilberandin dike.. çîroka xwe ji şîrketa mc donaldsê dide destpêkirin.. ji ber ku cara ewil li ser daxwaz û telebên vê şîrketê, şÎrketên mezin yên endûstriyel yên xwarin û xurekan derdikevin.. belgefîlm berê rexneyên xwe dide ser xwediyên van çend şîrketên mezin yên ku pirraniya endûstriya xurekan di destê xwe de digirin û heval û piştgirên wan ên di nav hikÛmeta amerîkayê de ji bo piştgiriya kar û berjewendiyên van şîrketan lobiyê dikin û bi riya qanÛnan bertekên xelkê yên li ser nexweşînên ji ber van xurekan çêdibin absorb dikin.. di belgefîlmê de li ser çend berhemên çandiniyê yên ku hema bêje di nav her xwarn û xurekeka ne xwezayî yên vê taliyê cihê xwe di nav refên sûpermarketan de xweş kirine, yên wekê garis an lazût û fasûlya soyayê dike.. li gorî belgefîlmê çend şÎrketên mezin î giregir hema bêje temamê sektora xwarin û xurekê kirine di destê xwe de û bi riya zilamên xwe yên di nav sîstema amerîkayê de bêyî ku guh bidin saxî û silametiya xelkê, şert û mercên ku dewar lê tên xweyîkirin û kartekên neyênî yên van şîrketan yên li ser xweza û dinyayê, bes ji bo ku kar û qezenca xwe zêdetir bikin, tişta ji destê wan tê dikin.. |
|
30.05.2014 03:28 |
endazer
|
2. belgefîlm ji van herdu lînkên jêr heçiyê dixwaze dikare darî bike; |
|
30.05.2014 03:31 |
endazer
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |