1. kes nizane karê kê ye? |
|
14.07.2013 18:46 |
berxêres
|
2. karê TRT6ê ye.. |
|
15.07.2013 00:11 |
mam selam
|
3. û bîla bîrêz Bilind Arniç bibe serokê kombexata vê komeleyê, bî hêzeke 'medenî'.. |
|
15.07.2013 00:13 |
mam selam
|
4. madem kesekî negirtiye ser milê xwe kar û wezîfeya tirşikê ye helbet.. henek aliyekÎ ji xwe standartîzasyonek kêm zêde çêbûye di nav devokên kurmancî de yanî heçî sê çar pirtûkên bi kurdî xwendibin ji xwe bihêsanî dikare ji her devokekî fêm bike.. ya girîng û elzem ew e ku zaravayên kurdî yên wekê dimilkÎ û soranî û kurmancî û kelhûrî bi hev û din ve bên nêzikkirin.. yanî yekî soran dema biştexile yê kurmanc qenebe divê fêm bike bê ka feqîro behsa çi dike.. |
|
18.07.2013 13:09 |
endazer
|
5. yeqîn zimanê pirr-devok ji roja roj de wekî "problem" tê zanîn. lê ferzkirina vê yekê dişibe tektîpkirineke faşîzane. ew jî gumanim jê heye ku tesîra kemalîzma virnî ye li ser pişta me bûye bar. lew, divê zimanê kurdî heteroglasia'ya xwe biparêze û ji hemû peyvdankan sûdê wergire. jê pê ve karê zemên e. ew ê bere bere xwe xweş û delal bike û dê gelek nuansên gramatîk û peyvên "ne-kamil" di bîra dîrokê de bixeniqin. kamilbûna zimên ne bi standardîzasyonê lê encax bi nermijandin û berfirehtirkirina hizra lengûîstîka pêk tê. ev yek jî ne karê çend akademiyan e. karekî sext î giran e baba. jê re dem û dewranên dirêêêj lazim in. |
|
20.08.2013 19:24 |
terkexem
|
6. problematika ku hêdî hêdî tê çareserkirin e. bi weşanên kurdî û bi rojname, kovar û pirtûkên kurdî hêjmara heval akademîkan zêde bûye li kurdistanê. ev jî êdî dibe sedema fêhêbûna kesên ku zêdê heremî û bi devok diaxivin. ji ber vê jî kurdên ketî di nav bajaran, qene bilêvkirina gelek peyvên xwe diguherîne û bi vî awayî jî xwe nêziktirê heremên din dike û alikariya standartîzasyonê dike . |
|
20.08.2013 21:30 |
brusk56
|
7. problema ku carina dibe rewşên seyr. |
|
04.11.2013 23:03 |
simurg56
|
8. ev pirsgirêk wulo naçe serî; kurdologên me rûnin û hinek ji vir hinek ji wir bistînin devoka nav hevdû bixin û bêjin he ji we re standart kurdî!! ji xwe nikarin pev bikin .yanî heke tişteke wulo bibe jî safî nakin. ew ê bêje ev peyv ne di vê wateyê de ye ew ê din bêjê na di vê wateyê de heye. yê ku bêje na ez ê dilê wî/wê bihêlim filan bêvan. * |
|
15.02.2020 16:51 |
xwelî li ser
|
9. Pirsgirêka ku van rojan li ser Wîkîferhengê Here lînkê tê gotûbêjkirin e. Pergala standardkirinê divê çawa be dema mirov difikire ji heqê wê nikare derkeve. Ka pêşnîyazên we hebe xêra xwe bibêjin. |
|
10.08.2020 04:30 ~04:30 |
serfiraz hêvî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |