1. Malpera danûstandinê ye. Di vê malperê mere dikare her tiştî bibîne. Ji çek û cilan bigire heta çîpên kombersê, hertişt hene. Navenda malperê çîn e. Hemû tiştên ku ji vê malperê tên kirîn haylorê ji çînê tên û bi gelemperî belaş tên. Tiştên di vir de gelekî erzan in. Pêşniyarî we dikim. |
|
11.11.2014 10:39 |
mergehez
|
2. malpera ku min jê gulîska lotr û mişkek kirî. lê mişk xerabe derket. ji ber wê heta hûn jê ji sedî sed ne bawer bin tiştan nekirin.. |
|
11.11.2014 11:04 |
rûbar payîz
|
3. Malpera cara yekemîn min tiştekê jê kirî. Gorî texmînan wê meh û nîv din bigihe destê min. Ji xwe ne tişteke mezin e lê ji bo ceribandinê giring e. Yekemîn tişta min kirî: perdeya sih-çêkirinê ya pencereyên kenarê ya erebeyan, $ 2.23. Ka vêca wê çawa be? |
|
10.08.2015 00:39 |
azadixwaz
|
4. malpera ku îro ez rasta wê hatim, mamosteyekê me behsê kir, li gor gotinên wî malpereke kirîn-firotinê ye, û bi buhayên kêm yanî pir erzan difiroşin, vêca serde jî kargo belaş e, li hemû cîhanê firotinê dike, mamosteyê min qilifek ji bo telefona xwe kiriye 0.3 dolar yanî nêzî 1 (tlyekî) kiriye û kargo belaş, piştî siparîşê 15 rojan gihaye berdestê wî (cizîrê). Min jî hinekî çav lê gerand, heqeten fiyetên wan gelekî erzan e. Ez ê jî di demeke kurt de biceribînim. |
|
10.08.2015 02:39 |
xendekî
|
5. Malpera ji ber ku van rojan zêde karê min tune hema bêje hemu wextê min distîne. Yaw hema bêje çi bê aqlê te têde heye(hema bêje, ji ber ku min heliocare-krema tavê rênî tunebu) heta ji te re bêjim enjeksiyona erebeyan jî heye. Ne tenê ji bo kirînê lê ji bo lê rênînê jî ne xerab e. |
|
11.08.2015 12:26 |
azadixwaz
|
6. Malpera ku tiştên wan carinan di hindurê mehekê de carinan jî 3 meh deren tên. Min di îlona 2014an de tiştek xwestibû hê jî nehatiye. Dibe ku winda bûbe. Û dikkana wê jî hatiye girtin nikarim ji wan re bibêjim. |
|
11.08.2015 12:50 |
mergehez
|
7. meriv şaş dibe, tiştên ku 1-2 dolar e tu distînî bi hezaran kîlometre dûr ve kargo dişînin heqê kargoyê hilnadin, bêpere ye. çawa li bin vî kulfetê derdikevin aqlê min nabire. meriv, siwarê otepêzê dibe 1-2 kîlometre şûnde peya dibe 2-3 tl dide. |
|
28.08.2015 01:18 ~01:23 |
mîr
|
8. malpera min powerbankek jê kirî û nava 25 rojande hat. ez jî leza wê şaşwaz mam. powerbanka min jî ne xerab e tenê qabloya wê hinekî bi pirsgirêk e lê ew jî şarj dike, lê ez bi qabloya xwe ya telefonê baştir bikar tînim. |
|
06.09.2015 22:01 |
azadixwaz
|
9. malpera min aparateke ji bo sih-kirina paşiya erebeyê kirîbu. xwedê jê raziyan malê min kirî nava 30-40 rojande rêkirin heta nêzikê mala min lê neewneciyên pttyiyan nekarîn bigihênin min. hevalên pir-jêhatî nava hefteyekêde karê xwe pir baş kirine û cihde vegerandine û rêkirine çînê. xel dikarin ji aliyê din yê dinyayê malên xwe bifiroşin, ev gûxwarên gew nikarin ji zikaka li pişt mala me bigihînin me û gû li xwe û karê xwe dikin. |
|
28.09.2015 21:56 ~22:34 |
azadixwaz
|
10. malpera ku min jê kilifa dîreksiyonê stand. di nav 14 rojan de hat(amed) û tişta min kirî jî tam wek hêviya min bû. |
|
29.11.2015 19:54 |
brusk56
|
11. xizmetek gelek kêrhatî û serkeftî ye. min jî sîparîşa 4-5 parçe tiştên biçûk da û piştî nêzikî mehekê hatin. yek ji wan şikestî bû lê ew jî %10000 sûcê kargoya tirkan e. tiştên min xwestî jî tiştên wisa ne ku min li tirkiyê peyda nekirine. loma gelek pê keyfxweş bûm. xwedê bêtir bide wan. tiştên ku bûhayê wan 0.8 tl ne jî bêmesref gihandin min. |
|
25.02.2016 21:34 |
simurg56
|
12. malpera ku îro di tê de tiştên gelek ecêb diqewimin. bihayên berguhkan bûye 0.1 dolar. min 45 heb xwest ez ê li hevalan belav bikim* |
|
22.04.2016 15:55 ~16:01 |
mergehez
|
13. Malxirabo Çi ecêb e yaw, gava dinê li Twitterê de hate rastê min, toximê cû / benikê difiroşin! |
|
16.05.2017 17:26 |
mîr
|
14. 'etarê vê sedsalê ye. |
|
17.12.2017 02:27 ~02:42 |
gumgumok
|
15. Her tişt bi erzanî heye li vir. Tiştek nîne ku çênakin. Dişînin heta ber devê deriyê malê. Dinyayeke din e, ava kirin e bi xwedê. |
|
17.12.2017 06:28 |
bilbilê dilkul
|
16. Meriv dikare berçavkên optîk li vir bistîne, ev du car e berçavkên min ê doxtor nivîsî bû min wê derê kirî, di nav fiyetên wê û yên Tirkiyê de zaf ferq heye. Berçavkên ku cam û çarçove bi hev re min li stenbolê de pirsî 500, 600 lîre bû, min bihayê 120 lîre stend. |
|
17.12.2017 13:35 |
mîr
|
17. (bnr: yanwen economic air mail) |
|
18.12.2017 01:05 |
cûndûllah el-kurdî
|
18. malpera ku dixwazim danûstandinê jê bikim lê tiştek pêwîst nikarim bibînim * |
|
22.12.2017 00:11 |
brusk56
|
19. malpera ku min qet neceribandiye. Heveleke min her tim ji wir tiştik û miştik distendin lê hin caran wisa dereng dihatin ku keçike ji bîr dikir ku ka çi stendiye. |
|
22.12.2017 22:22 |
gulêê
|
20. Malpera ku ez hêj nizanim navê wî çima bi ali yê destpêdike? Xwedîyê wa çîn e lê ali çi eleqe |
|
29.12.2019 18:18 |
azad30
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |