Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tewle
peyamên çepikkirî

88664. cîhê ku li gundan, bi taybetî jî zivistanê ji ber germehiya wê a bi bêhna çêlekan ve peyda dibe, av tê de dihat xwe kirin e. min qet neceribandiye lê kal û pîrên me zivistanê gelek caran di tewlê de av xwe dikir. lê li gor wan tişteke pir zehmet bû. ji ber ku li aliyekê av dihat xwe kirin, lê li aliye din de rêx dipeşkiya wan. dîsa jî zivistanê ji ber germahiya wê a dev jê bernedane.



08.06.2013 00:32 | simurg56

88705. Li cem me em cihê debarê piçuk (pêz, bizin..) tê da tê xayî kirin ra dibêjin Gom

Cihê debarên mezin (çêlek, golik, ga..) ra jî dibêjin Tewle.

Li avahîya mirîşk, qaz, werdek û elokan ra jî dibên

Kolik

Lê werdek û qaz hine cara bi mirîşk û elokan nakin * . Ji ber vê yekê jî kolika elok û mirîşka cuda, ya qaz û werdekan cuda tê çê kirin.. (hin cara - îstîsna ye* )



26.10.2013 23:54 | endazer