1. kesên ku ne misilman in. ji ber ku misilmantiyê xwarina goştê berazan qedexe kiriye. li gor misilmantiya xwarina wê heram e. lê dîsa jî mirov tehma wê mereq dike. |
|
05.12.2014 16:00 |
nazim tolhildan
|
2. dibe ku misilmanek jî goştê berazan bixwe lê dîsa misilman dime..qasî ku dizanim yên wî goştî dixwin li gorî baweriya îslamê dikeve gunahê, lê bi nêrina daîşê divê were kuştin.. |
|
05.12.2014 19:10 |
havka
|
3. dibe ku elman, an jî emerîkî bin. û xwedî zewq in. goştê berêz bi yê mirîşkan re nayê hevrûkirin lê ji yê masiyan sed carî xweştir e. û ne heram e. biceribînin, guneh di sukra min de. |
|
06.12.2014 00:21 |
diyako47
|
4. li gor misilmanan herambûna goştê berazan tişteke bi mantiq e. ji ber ku beraz heywaneke pîs e û di nav pîsiyê de dijî. xêncî wê, di laşê xwe de gelek bakteri û parazîtan ên di bedena mirov de dibe sedema nexwaşiyan xweyî dike. çiqas raste nizanim... |
|
06.12.2014 13:11 |
nazim tolhildan
|
5. Carinan mirov bêhemdî goştê barazan dikare bistîne û dîsa bêhemdî bixwe. Mesela ez û biraziya min, li swîsreyê meyê ji marketê sosisê mirîşkan bikeriyana lê me li ser ambalajê nenerî û sosîs kirî. Dema em çûn malê me lê nerî ew goştê barazan e. Dûvre me sor kir û xwar. Tahma sosisên goştê batazan û yê mirîşkan hema hema eynî ye. Welhasil mirov bêhemdî bikere û bixwe, fahm nake ku goştê barazan e. |
|
06.12.2014 15:47 |
mergehez
|
6. Goştê ku me xwariye me nexwariye ne diyar e. Ji ber ku êdî em gelek caran ne li mal li derve xwarnê dixwin û xwarna ku em dixwin em nizanin ka çi di nav de heye. |
|
07.12.2014 04:41 ~2015.10.05 15:06 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |