Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bihûşt
peyamên çepikkirî

59314. Heta niha li gor mîtolojî û çîrokan û niha jî li gor şûnwarnas û lêkolîngerên dîrokî Bihûşt (cennet - paradîs) li Kurdistanê ye. Hinek ji wan dibêjin li nêzîkî Zagrosan û hinek jî dibêjin mirov dikare bêje li nêzîkî derdora gola Wanê ya îroyîn e. Rêzeçiyayên Zagrosan ji xwe ji bakur ve ji bakurê herêma Wanê dest pêdike û ber bi başûr ve diçe. Wek tê zanîn Zagros dergûş, serçavî, cih û destpêka şaristanî û mîtolojiyan e. Aden li zagrosan e û Adem li Adenê hatiye afirandin. Bihûşt li wir e û di nav de çar çem diherikin. Ji wan yek (Tîgra) Dîcle ye û yê din jî Firat e. Di Tewratê de ev herdu nav hene. Lê navên herdu çemên din tune ne. Tê texmîn kirin ku ew herdu çemên ku navên wan di Tewratê de derbas nabin, yek jê Zêyê (Zap) Mezin û yê din jî Zêyê Biçûk e. Cihê Tofan û keştiya Nûh jî li gor Tewrat û Încîlê li çiyayê Agiriyê û li gor Kuranê jî li Cûdî ye. Nivîskarê Amerîkî Andrew Collins jî dinivîse ku "rast e, mîtolojiya Bihûştê li wê herêmê derbas dibe û cihûyan (dawîdiyan) mîtolojiyê guhertiye..." Amin Maalouf ji pirtûka xwe ya Semerkandê de (rûpel 194) dinivîse ku, ”Gotina paradîs ji wê demê ve heta îro tê û gotineke orjînal e.” Gotina paradîs ji zimanê herêmê derbasî Ewropayê bûye. Orjîna kurdî pareza û ya farisî jî paradeza ye. Wateya wê bexçe ye. Niha jî li herêmên Amed, êlih, bedlîs û Wanê ji bexçê an jî bostanên ber malê re parêz dibêjin. Di pirtûkên olî de jî Bihûşt tê wateya cihê, dar ber û şînahî. Em dikarin bi hêsanî di şûna gotinên ”cennet” û ”Bihûştê” de gotina paradîs jî bi kar bînin.



29.06.2013 12:10 | simurg56