Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 21 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kemasîyen alfabeya latîn di zimanê kurdî de
peyamên çepikkirî

65102. tu problema kêmasiya tîpan nîn e..

mesela di zimanê tirkî de berê tîpa â'yê hebû lê niha tune ye û bi nebûna wê jî tu arîşê neqewimî.

dema çavên mêriv fêrî tîp û peyvan bibe ango îmlaya zimên di hêşê mêriv de rûnî mariv tevlihev nake. dikare bi rehetî bi lêv bike yan na wek vêca çiyeeee di anektota xwe de gotiye, hewce dibe ku gelek tîp lê were zêdekirin



08.06.2013 14:50 | simurg56

104055. Here lînkê

husein muhammed bi kurt û kurmancî wiha dibêje: "Eger wan hay ji ziman, zimannasiyê û alfabeyên zimanên din hebûya, wan dê bi hêsanî bidîta ku di her zimanî de kêmasiyên alfabeyê hene. Bi gotineke din, alfabeya ti zimanê li ser darê vê dinyayê ne kamil û bêkêmasî ye."

mînakên wî jî meriv qenih dikin. bira li tirşikê jî bê notkirin.

û di nivîsa wî de ya bi navê "Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?" agahiyên meriv safî dike.
Here lînkê

di encamê de jî dibêje: "Zêdekirina herfan li alfabeya kurdî bi awayekê berçav xwandina bi kurdî hêsantir nake lê dikare rastnivîsînê gelek dijwartir bike."



06.06.2013 16:08 | endazer