Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; meslekên pîroz
peyamên çepikkirî

93804. Îro mamostetî ye. Îro nêz 12000 mamoste ji ber têkiliya wan ya kurdayetî ji kar hatne dûrxistin. Pirraniya tirkan ketne deluzyonekê. Xwedê xêr bigerîne. Ez bawer dikim, gelek memûrên kurd dê ji kar bihên dûrxistin. Ji aliyekê baş e; me xwe ji alikariya civakî dûr xist, me hewl neda bibin miletek me got "bixwine jiyana xwe xelas bike" me qet negot "bixwina alikariya malbata xwe û gelê xwe bike". Belkî hişê me were cîh.



Ew rojê min ji bo alîkariya malbatek pere berhev dikir; bavê wan di girtigehê de ye, 2 birayên wana derketne çiya, zarokek wana nexweşiya gurçikan pê re heye û dikeve dîalîzê ,di nav hejariyê de ne werhasil. Tenê 1000 lîre kom bû. Tevî ku dora min giş diktorên kurd in. Wexta gotin were ser kurdayetî kurdên birincî ew in.

Heta ku me hewl neda û civata xwe geş nekir, heta em bindestê berjewendiyên xwe bin, divê em li benda belayên mezin bin. Qanûna xwedê wisa ye. Yê ku dixwaze bila ji rebbê xwe şiret bigre.



26.06.2013 22:46 | simurg56