Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 60 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; boş
peyamên çepikkirî

86114. 1. Peyveke zehf şêrîn e. Ji bo îfadekirina geşbûn,zêdebûn û piratîya ava herikî anjê baranê tê bikaranîn. Bila heya we jê hebe ku tevger nebe ev peyv nayê bikaranîn . Gola Wanê , ava di gumgum de û ba ne boş e. Av biherikê jî heke kêm be ne boş e.

Mînak : ji çemê boş zarok nikarîbû derbas bibe.

Piştî reqreqa berqân baraneke boş hat. Bû şirşira baranê.

Tê bîra min, Biçûcikayî me li ber çemekî boş bacanên sor, şebeş û petîx dixwarin. Ji bo wilo Te'ma petîx , şebeş û bacanên sor û bêhna giyayê şîn ji vê peyvê tê ber zimanê min. *



2. Boş : vala. Mînak : qunçala boş, ji avê hatê dagirtin.

3. Boş : bilêvkirina boschê

4. Boş : tiştên , xelkèn ku bi kêr nayên. Mînak : xwendiye , mixabin însanekî boş e.





27.10.2013 15:55 | simurg56

99956. min cara ewil di rêwîtiyeke navbera bajaran de ji devê rêçberekî cizîrî bihîstibû.
gote min tu çi kes î?
mi go etmanekî me.
Go erê, etmanekî li agirîyê boş in.
Mi go çawa xalo? (min di vir da gotibû qey dibêje boş, beleş.)
Ewî dîsa dubare kir min fem kir ku wateya zêdebûnê da dibêje boş.

ew roj ev roj e ez vê peyvê dizanim.

bijî rêwîtiya navbera bajaran /ên kurdistanê.

(bnr: rêwîtiya navbera bajarên kurdistanê)



26.10.2013 23:54 | endazer