Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; omay pîl dewlet pîl
peyamên çepikkirî

92333. Gotineke bi zazakî ye, bi kurmancî tê wateya 'xwudê mezin e dewlet mezin e'

Demekî li hêneyê (navçeya amedê) wexta dewlet bihata rexnekirin ev gotin ji hêla hin kesên ku ji dewletê bizdiyan dihat gotin.

Dewletê tirseke ewqas mezin di nava xelkê de veniştibû ku êdî gotinên bi vî rengî bûbû qalib û bo qeda û belayek neyê serê xelkê tim bi lêv dikirin.

Tê bîra min wexta min ji bavê xwe re qala dewletê dikir ji bo ku ez gotinên xwe bi dawî nekim vê gotinê ji min re digot ku ez hiş bim, tevî ku em li malê bi tenê bûn jî ditirsiya belkî dengê min û rexneyên min biçin ber guhê dewletê û tiştina bînin serê min.



08.06.2013 14:50 | simurg56

92359. Tesbîtek baş e. (bnr: homa).



Bingeha felsefeya îslamê "tewhîd" e. Xwedê zane , heke quran ne ji xwedê lê ji mihemmed bûya min ê dîsa doza wî biparasta.



Ji bilî Allah xwedayek din tine. Xweda (îleh) herwisa rebb; di quranê da bi wateya "rêzikdanêr-qanûndanêr " e. Lewra firewn wexta rastiyan fêm dike, dikeve nav tirsekê û rastiyan vedisêre ji xelqê xwe re dibêje " ez ji bilî xwe, ji we re ilehek din nizanim". (Qasas 38, naziat 24).



Ellah di quranê de dibêje ku ew mişrikan nabexşine, tekane guneha ku wê neyê bexşandin şîrk e.



Dewlet çiqas bihêz bibin, çiqas zexm bibin ti fêde nade, li hember ellahî; yê ku her îns heta ser tilîyên wana ji hev cuda çêdike, qels in. Xweda gotî weke îbret ew ê terrmê firewnî bihêle, bi rastî em karin vê ayetê wisa tehwîl bikin; nişana hêza firewnî pîramîd in û divê ew ji me re bibe îbret.



Silav ji bo ew kesên ku azad in, bi ya serweran nakin, herwisa aştixwaz in û alikariya malbata xwe û gelê xwe dikin.



26.06.2013 22:46 | simurg56