Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    bridge of spies - tirşik

    di derbarê danûstandina tu sîxoran de ye...
    (1 şîrove)
    bridge of spies
    (0) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Bi kurdî: pira sîxuran
    fîlmeke steven spielberg e. di sala 2015an de hatiye kişandin. Lîstikvanê sereke tom hanks e. Fîlm di derbarê guherandina sîxurekî emerîkî û sîxurekî sovyetî de ye. senaryo li ser bûyerên rastîn hatiyenivîsandin. Ji hêla teknîkî fîlmeke serkeftî ye; muzîk, sinematografî, lîstikvanî, derhênerî.
    weke ku hûn zanin, Spielberg û tom hanksê neteweperest weke xwe her tim fîlmên propagandayê dikişînin. Mijara sereke ya fîlmên wan ne propaganda be jî mere dikare nîşeneyên proragandaya emerîkayê di hemû fîlman wan de bibîne.
    Fîlm bi girtina sîxurekî sovyetî dest pê dike û weke parêzer james donovan(tom hanks) tê bijartin. ev donovan bi zagonên emerîkayê gelekî girêdayî ye û naxwaze ev sîxur bê înfazkirin filan û bêvan.. (ku bidomînim spoiler e)


    piştî ku herdu sîzur tên girtin êdî dixwazin dest bi muzakereyan bikin. hêla sovyetan(ya rastî hêla elmanyaya rojhilat) teklîfa guherandina sîxuran tê û cia ji donovan dixwaze ku biçe bi wan re muzakereyê bike...... di fîlmê de propagandayeke ecêb heye, kî temaşe bike dê vê propagandayê bibîne, sal bûye 2016, sînema evqas bi pêş ketiye, heta niha bi sedan fîlmên propagandê hatine kişandin û li ser van fîlman bi hezaran rexne hatine nivîsandin û spielberg jî derhênerê 40-50 salan e lê hê jî propagandaya xwe dixîne hindurê çavên mirov. êdî tiştek tune ku mirov bêje..
    şiyarkirina şîxurê emerîkî û yê sovyetî,
    danberheva mirovên ku xwe ji ser dîwarê berlînê davêje û yên ku xwe ji ser têlên li emerîkayê davêjin


    fîlmeke serkeftî ye, ku hûn ê bikaribin çavên xwe ji propagandayê re bigirin hûn dikarin kêfê jê bistînin lê ku hûn nikaribin bi acizî hûn ê fîlmê temaşe bikin. yanî vê dibêjim: dikare bê temaşekirin..
    puan: 7.6



    2016.10.07-22:12 | mergehez

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sîstema nû ya tirşikê
    ev çend meh in wek xwe maye. heta niha bi qasê 30 rojanekirin hatin t...
    bizim kürçemiz değişik
    Min ev gotina zêde cem kurdên kurdî nizanin bihistîye çawa dibe an ra ...
    sîstema nû ya tirşikê
    eva çend mehe ez hêvîya vê surprîzê me lê deng ji simurg56 wana dernay...
    quzê zinêkirî firaxa spîkirî
    Li nav pîrekan tê gotin bi piranî, wexta ku bawer dikin ku qîmeta jina...
    lawikê metînî
    strana ku anha bi xêra radyoya tirşikê guhdarî dikim û hin bîr...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bridge of spies

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî