1. weşanxaneyeke nû ye ku ji hêla nivîskarên ku li ser folklora kurdan dixebitin hatiye damezrandin. tenê du kesan dizanim ji wan yek bahoz baran yek jî celîlê celîl. weşanxane wê bi gelemperî pirtûkên derbarê folklorê de çap bikin. yek ji van pirtûkan ji hêla nivîskarekî/e tirşikê hatiye nivîsandin. ji vir dîsa wî/wê pîroz dikim :d |
|
2017.05.24-23:51 [guhertin:2017.05.24 23:52]|
mergehez
![]() |
2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin |
|
2017.05.24-23:53 |
mergehez
![]() |
3. weşanxaneya ku di vê pêvajoya nexweş de weka weşanxaneyên din bêdeng nesekinî û di vê pêvajoyê dest bi weşanê kir û bi 10 pirtûkên folklorê tevlî karwana weşangerîya kurdî bû. navenda wê li amedê ye. |
|
2017.08.06-12:35 [guhertin:2017.08.06 12:41]|
xendekî
![]() |
4. Li ser xêrê be. Ez weşanên wardozê û xendekî pîroz dikim. Karekî ji pîroziyê zêdetir dikin. Di destpêkê de jî pirtûkén hêja çapkirine. Hêvî û pêşniyarén min ji wan ev in: berhemén folkllornasên biyanî yên li ser folklora kurdî xebitîne biweşînin. Berhemén nivîskarên niş hawarên yên li ser folklorê biweşînin. Mesela pirtûka cegerxwîn, folklora kurdî di warê xwe de çavkaniyeke girîng e. Cegerxwîn di vê pirtuka xwe de him cî da ye gelek stranên û him jî navê herêma lê derketiye dide him çîrokê wan dibêje û him jî wan analîz dike. Îja bi zimanekî gelekî xweş û îronîk. Ev çend sal in ji her kesî re dibêm vê pirtuké û pirtûkén wî yên din ên li ser folklor û diroka me biweşînin lê axir kes xwe nade ber vî barî. Bi qasî tê bîra min yusuf kaynak di xebata xwe ya li ser cegerxwîn de ji bo vê xebatê dibêje ji sê cildan pêk tê lê heta niha cildek wé tenê li siwêdê çap buye û niha pêde nabe. Dîsa hun dikarin xebat û lêkolînén kurdén li parçeyên din ên li ser folklora me çap bikin. |
|
2017.08.06-12:50 |
hêvî
![]() |
5. Yek ji wan xalén vê xebaté balkéş dike jî ev e, pirraniya stranan cegerxwîn ji bîra xwe nivîsîye. Yanî çavkanî ya gelek stranan cegerxwîn bi xwe ye. |
|
2017.08.06-12:52 |
hêvî
![]() |
6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin |
|
2017.08.06-12:53 |
hêvî
![]() |
7. Weşanxaneya ku malpera wê çend deqe berê hat weşandin. |
|
2017.08.15-01:33 |
mergehez
![]() |
8. karê folkora kurda, karekî hêja û derengmayî ye, heta folklor baş neyê zanîn edebîyat çê nabe qurban. mi pirtûkê wan xwendin, hêvîya mi ji wardozê heye, ekîb saxlem e heyran * |
|
2017.08.28-01:22 |
rojgar
![]() |
9. weşanxaneya ku seteka nû ya bi navê folklora kurdan da çapkirin. |
|
2018.03.17-17:09 [guhertin:2018.03.17 17:10]|
xendekî
![]() |
![]() |
franz kafka [4] |
![]() |
rênasans [2] |
![]() |
xeyda [1] |
![]() |
pazarcix/dîgor [1] |
![]() |
nav û nûçikên gundiyan [1] |