Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
kêmasiyên bajarên kurdan - tirşik
kêmasiyên bajarên kurdan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: kar)
Çima ku kar tune xelk malên xwe bar dikin û diherin metropolên Tirkan. Sedemê​ pirbûna kurdan li Îzmir, enqere û Stenbolê ne ji ber xweşbûna wan bajaran e. Heke li bajarên Kurdan jî jiyan rehet bûya ev qas kes nediçûn bajarên Tirkan.



24.06.2017 03:29 | sloujouc

2. (bnr: xizmet) tine ye.
Di saziyên fermî û yên şexsî da kêmasiyên xîzmetê zehv in.
nexaşxane, postaxane, dibistan (erê we rast xand. Hê jî li gundan meytev tine ne) tine ne.
Navçeya ku ez niha lê dijîm, nifûsa wê gunda va 140 hezar e lê nexaşxanê da cîhaza mr yê bile tineye. Cîhaza çi doktor bile tineye. Wê rojê pê min welgerîya, gotine min da here Wanê. fersenda min çênebû ku ez herim. Hê jî pê min diêşe. Lê ku bajarekî Tirka bûya niha zûda milet çalakiyek çêkiribûn û dengê xwe gihandibûn berpirsyaran.


Şeredarî rê û dirban çênake, paqij nake, li ser da hê jî hirdişîne. (Şeredariya navçeya me AKP ye. Pêşîya AKPê HDP bû ew jî nedixevitî. Xevata şeredariyê partîyan va jî girêdayî nîn e demek).

(bnr: kar)
kar tuneye. Waxta ku dibe eyd, nava çarsîyê tijî ciwan dibin. Ji ber ku ciwanên me gelekî wana yan derva dixûnin, yan jî diçine Xebate.
Ya ku heyfa min pê tê jî ew e ku ciwanên me belengazê aqilê xwe ne. Hezar salî jî xelqê ra bixevitin, fem nakin ji xwe re karekî mayînde û baş û kêrhatî çêkin.
...



24.06.2017 14:19 | bûtîmar

3. Ji dewleteke adilane, azad û demokratîk bêpar in



25.06.2017 12:44 | ferhenga şikestî

4. (bnr: dar)

Dar tune ye. Gelê me nizanin dar danin ne li bajêr ne jî li gundan. Erdên ku zevî tê de tune û berojên li hember bajar û gundan hemû rût û çol in. Li ber malên me sîya daran tune ye ku em xwe hênik bikin. Bi taybetî alîyê amed, êlih, riha, mêrdîn. Kes xêret nekiriye ku darek li ber malên xwe dane anjî şaredarîyek li kolanan dar nedanîye, ê danîye jî ji xwedînekirinê hemû hişk bûne.



28.07.2018 13:59 | xelîl

5. bo xilaskirina pirsgirêka\kêmasiya dar û daristan a bajarên kurdan, (bnr: the salt of the earth)

dardanîn û daristan avakirin li cihên çol û çepelê çawa dibe, mere di belgefilma the Salt of the Earthê de dibîne û pê şaş û mat dimîne. vê fîlmê min di sînemayê de dîtibû.



28.07.2018 15:45 ~2020.04.11 13:01 | mirovekirind

6. Dar



29.07.2018 00:09 | helik orimiyo

7. weke li jor jî hatiye gotin, bi rastî jî dar e.
ev bi qasê salek û nîv e ku li sêwrega rihayê dimînim.
şaxên feratê ji ber bandora bendavê, digihe heta çeperên bajêr. yanî av heye. di nava wê de jî problema avdanîyê tune. lê dar tune. ne kêm e an jî hindik e, dar tune.

erdên wan pir in. bi sed hezaran metre2 erdên çandî hene ku tê de darek tenê jî tune. yaw heyran temam heçî xerîb be an jî turîst be, bila gû bixwe lê ma dilê we bi we xwe jî naşewite. heta êvarê li ber wê tava dijwar dixebitin lê encax dikarin li ber sîya traktorê bêhna xwe vedin.
jixwe heçî erdê beyar be tev vala ye.

mirov bi bîsîkletê, ji sêwregê here heta amedê, darek tune ku li ber siha wê mirov bêhna xwe vede. bi bîsîkletê, hema bêje çûme hemû derdora sêwregê, lê tune ha tune. sihek tune. hemû erd bi bereket in û avî ne lê dar tune. her cûre derfet hene lê dar tune.
her sal xwediyê van erdan, bi trîlyonan alîkarî distînin ji dewletê lê dar tune. dema dar tune be xweza jî tune û ji vê rewşê nefret dikim.



29.07.2018 11:47 | simurg56

8. Zimanê kurdî û jiyana Kurdewarî



29.07.2018 12:11 | mîr

9. (bnr: free wifi)



31.07.2018 08:36 | elaziz izzetpasa camii

10. 1- Xizmetên wekî av, rê, ceyran gelekî xerab in. (ez rexneya dewleta tirkan nakim, ew dijmin e. ez dijminan red dikim, lê rexneyê şeradarîyên kurdan dikim.)
2-bêyî dagirkerîya giştî, leşkerîya dewleta tirkan cihên bajaran ên herî xweş bi têldirikan girtine, cardin dagirkirine.
3- Xweza têk çûye, hin bajaran bi dermanê çavan re be jî darek nîn e.
4- Qehwexaneyên bes bona mêran hatine vekirin sendelîyan davêjin heya li nav sûkan û rê nadin ku mirov derbas bin, bi taybetî mêrên ku zoq dibin jinan dinêrin rê nadin ku jin bi rihetî biçin bên.
5- sûk zêde teng in û ajokar jî yek rêzika trafîkê nizanin (an jî hemû rêzikan înkar dikin)
6- mirov zibilên xwe davêjin li orta rê, her der qirêj e.

hofff naxwazim berdevam bikim, dilê min reş bû...



01.08.2018 00:44 ~01:07 | jifêzagorda

11. (bnr: medeniyet).



01.08.2018 13:09 | bûtîmar

12. bajarvanî .
ji ber ku hema bêje hemu bajar ji ber şerê qirêj tije bune, bajarvanî bi cih nebuye. heta ku behsa mirovekê "bajarî" bê gotin têr nake ku bi tenê li bajarekê xwedê dabe, dibê beriya wê jî hebe heta 2-3 nesil be li bajaran be, hey ne wisa be bajarvanî pêk nayê û ji ber wê li bajarên kurdan bajarvanî gelek kêm e.



04.08.2018 21:31 | azadixwaz

13. behr.



05.08.2018 21:04 | roza

14. peyzaj :(



25.06.2020 13:01 | merwano

15. daristan/park



25.06.2020 14:32 | shwinsherm

16. Mirovên li zikakê, li bazarê, di otobêsê de bi kurdî diaxivin.



25.06.2020 18:43 | cinorek

17. Çopdank û zanîna karanîna çopdankê. Carinan ez bi kîlometreyan çopdanka digerim û Carinan jî çopdankê vala û dora çopdankan tije çop dibînim. Heyf e nekin. Ev axa me ye ne yê kesekî din!



25.06.2020 19:31 | rizgarm

18. behr û pêl.



26.06.2020 01:26 | kurdêdîjîtallo

19. nebajarîbûn.



26.06.2020 20:44 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasiyên tirşikê
» bajarên rojavayê kurdistanê
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: cihuwar jiyan cihuwar jiyan cihuwar jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî