Hinara dawî ya dinyayê | 2017 Nivîskar: Bextiyar elî | Kurdî (Kurmancî) | Roman | 352 rûpel “Min peymana xwe bi wê darê re mohr kir û min çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê kir û min ew şemirand. Her kesek ji we rojekê ji rojan riya we ket bin... |
1. navê pirtûkeke bextiyar elî ye. |
|
21.11.2017 10:45 ~10:46 |
ferhenga şikestî
|
2. Pirtûka ku van rojan dixwazim bixwînim, lê çavê xurbetiyê kor bibe ku bawer nakim van deran bê dîtin. Ka tirşikvanekî jîr dernakeve ku vê pirtúkê bişînê Moskovayê? |
|
21.11.2017 14:42 |
gulêê
|
3. "qasê ku behna esman ji wir dihat, behna erdê jê nedihat." bextiyar elî bi vê hevokê lûtkeyêkî bilind wiha terîf kiriye. bê ka bifikirin tevn û honakek çawa afirandiye, hevokek bes e. ji hemû tirşikvanan re pêşniyaz dikim. |
|
04.08.2018 02:49 ~2019.08.03 04:14 |
tizbîkêş
|
4. pirtuka bi kesayetên surreal derdên dinyayê li hev dihone. pirtukeke xweş e û kêfa min anî. |
|
04.08.2018 21:13 |
azadixwaz
|
5. Di Kovara Kund de Umran Aran li ser vê romanê nivîsi ye. Bi rastî min hêj nexwendî, lê di rêzê de ye ji bo xwendinê. Li gor ku umran aran nivîsî ye, gellek romanek balkêş e. |
|
05.08.2018 10:43 |
apê mihyedîn
|
6. Min nû qedand. Romanek giran bû û bûyer hêdî Pêve diçûn. Li gor fikra min Yaqûbê sinewber jî M. Mistefa Berzanî ye. |
|
05.11.2018 09:15 |
bêdestmêj
|
7. (bnr: spoiler) |
|
05.11.2018 10:11 |
mirovekirind
|
8. ev sehneya di hinara dawî ya dinyayê de kir ku ezê careke din truman show temaşe bikim. |
|
16.09.2019 19:18 ~21:00 |
tizbîkêş
|
9. “eger min koça dawî kir û hiştin ez kitêbekê li gel xwe bibim cîhana din, bê guman ji nava hemû berhemên xwe, ez dê romana hinara dawî ya dinyayê hilbibjêrim.'' |
|
17.12.2019 14:46 |
ferhenga şikestî
|
10. pirtûka ku min vÊ mehê xelas kir. |
|
25.02.2020 19:55 |
ferhenga şikestî
|
11. Ji du mehan zêdetir e min ev pirtûka xweşik xwendiye lê hê jî carinan di xewa xwe de vê pirtûkê dibînim. |
|
02.05.2020 15:20 |
ferhenga şikestî
|
12. Nivîskar di vê romanê de li cih û wextek ji dervey cîhan û zeman binavê "hinara dawî ya dinyayê" rûniştîye û ji jor de temaşeya erd dike. Ser wê lûtkeyê erd û ezman, dewr û zeman, deşt û çiya, hemû bendûbeşer wek bîranîn, wek bûyer, wek xewn, wek xeyal xuyan dibin, diçirisin, ditemirin. Ew jî dîtinên xwe ji hinarê re vedibêje. |
|
19.01.2021 13:39 ~14:14 |
hespêsor
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |