1. sepanekî têlefonê ya çînê ye. di ios û androidê de dixebite. di îlona 2016ê de derketiye bazarê. |
|
27.11.2019 17:23 |
wiha wilo wisa
|
2. sepana ku heya niha min qet lê nenêrîye. hetta ez vîdeoyan wan yên ku dikevin twitterê jî temaşe nakim. Lê careke ew a ku yekî digot ''mezrakutan'', min ew temaşe kiribû sdfg |
|
27.11.2019 18:04 |
gulêê
|
3. Min demek vîdyoyên vê sepanê yên amerîkî taqîb dikir.vîdyoyên ofansîf gelek komîk bûn.lê gava tu li yên tirkiyeyê dinêre tu dibînî ku hemû sergo ne. |
|
27.11.2019 18:28 |
bayesar
|
4. li tirkiyê bawer im piranî kurdên me bikartînin. Ez dibêm qey hemû bêmêjû li wir kom bûne. mînakek bidim de ka binêrin asta mejûya wê keçikê Here lînkê |
|
27.11.2019 18:42 |
kajav
|
5. Ew sepaneya ku çiqas însanên ker û kêmaqil heye tê de ne |
|
27.11.2019 19:06 |
seryasêdilşûşe
|
6. wextekî di youtubê de beriya hemî vîdyoyan reklama vê qizzulqurtê derdiket. hîn mirov ji behican û hêrsan nedixwest biketa youtubê. axirî reklamên wê yên berradayî xelas bûn lê ew reklam li dû xwe civateke embesîl û ehmeq hêlişt. |
|
27.11.2019 19:22 |
ferhenga şikestî
|
7. Mixabin cihê bêhiş û hovan e.Bi taybetî ciwanên kurd bi kar dînin.Çiqas kesên bêhiş hene têde ne.Kesên ku di jîyana xwe de yek peyvek kurdî naaxivin li vir hemû postên wan kurdî ye , a dilê me diêşîne ev e. |
|
27.11.2019 22:42 ~22:44 |
mêrxasê serhedê
|
8. bi qasê min ji derdorê dîtî, navenda henek û vîdeoyên bêqalîte ye lê; |
|
28.11.2019 18:25 |
simurg56
|
9. Min tu carî kar pê nekir. Lê xuya ye li cîhanê ba û bahoz radike. trump çend meh berê ev sepan jî texistibû nav şîrketên li dijî ewlehiya dya-yê. Ya rast ne xema min e van Mueyîdeyên ehmaq lê ji paceyekê din heq didim dya. ji ber ku hemû malper û sepanên reh dya û ewropî li çînê qedexe ne yan jî li bin sansûreke giran in. Bi vê globalîzmê pir rû dane çînê, ne ji bo xêrxwaziyê bo mêtîngeriya ser qeweta nifûs û madeyên çînê yên erzan û bi gihiştina van derfetan, çîn jê xwest ku ji aliyê demokrasiyê ve neyê rexnekirin. Lê wan neriya, çîn hêdî hêdî dibe mêrê dya û Ewropayê, çavê dya tirsiya, devjêberdana jendermeyî naxwaze û ji ber wê dixwaze çînê bisekinîne lê ew trên ji zû de ye ji vê stasyonê derbas bû. Her wiha ev pirsgirêkek din e. |
|
30.11.2019 14:35 |
biruya hayao miyazaki
|
10. her ez dibînim hin tiştên ne baş hatine nivisandin di derheqê tiktokê de, lê ez wisa nafikirim. |
|
01.04.2020 05:47 |
afa
|
11. tiktok bi çav gelên dinyayê war û meskenê kera ne . |
|
02.04.2020 00:19 |
shwinsherm
|
12. sepana go min tê da videoyekî kurmancî nedîtiye ye. Hin nivîskar qala videoyên kurmancî dike lê min qe rasta wan nehat. Hema bi tirkiya xwe yî xeraba videoya dikşênin û hew. Go birastî jî hemu kurd bi kurmancî video çê kiriba wê bandorek gelek baş çê bûba ser zimanê kurdî. |
|
05.12.2020 23:05 |
hueyn
|
13. bikarhênerên kurd gelek in. Kesên ku asta perwerdehiya wan ji lîseyê maye xwe spartine vê sepanê. Pere jî qezenç dikin. Ji ber vê ye çi tiştên beredayî hebe diceribînin. |
|
01.08.2021 23:31 |
kajav
|
14. [Dema xwendina vê nivîsê 14 xulek e] |
|
05.01.2022 03:05 ~03:39 |
tîrêj zana 21
|
15. Mirovî bê aqil diketin. |
|
05.01.2022 11:35 |
aşvan
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |