1. navê helbesteka bi nasnav "generalê payîzê" mihemed omer osman e. û dema tê bîra mirov ku vî şairî îsal xwe bi destê xwe kuşt qedrê helbestê girantir dibe: |
|
21.12.2019 20:42 ~21:18 |
xendekî
|
2. Ev tişta ku bi ya min ji sedî sed bi wêrekiyê ve têkildar e. Nûçeya ku min gellekî tengijand û xemgîniyeka zor çend heyvan li ser min da kumişandin |
|
21.12.2019 21:10 |
darînê daryo
|
3. hêleke zirav di navbera wêrekî û tirsonekiyê de. |
|
21.12.2019 23:33 |
ma min çi ji kê kiriye
|
4. a ku li tirkiyê li gor nÛçeyan ku ez li ser Înternetê dibînim, zêde bûye. |
|
22.12.2019 00:41 |
brusk56
|
5. ne qelsî ye ne jî wêrekî. mirovên xwekuştinê pesin didin an yên wê rûreş dikin li ber dilê min di heman şaşiyê de ne. em bêyî daxwaza xwe tên li ser dinyayê lê bi hemdê xwe dijîn. ger çerxa felekê li me xweş bizîvire em ê jiyaneke xweş û bi serfirazî bijîn lê mixabin felek carnan li mirovî tê xezebê, mêriv dixe nav dev û diranên jiyanê, hebûnê. ya dilê min ev e ku di nav rewşên wiha xeternak de jî berê mirovan her li xweşiyê, li jiyanê be. mirov li ber şert û mercên zor û zehmet de jî li ber xwe bide. gotineke klîşe ya bîrdoziyên çepgir heye dibêjin "berxwedan jiyan e" bi rastî jî ev gotin rast e * berxwedan gellek caran tov û ruhê jiyanê bi xwe ye lê dîsa jî divê mirov loma li kesên xwekuştî neke. jiyan li aliyê din bi efsûn û xapînok e jî. em nizanin ka wê ji me re çi bîne, wê çi ji me bibe. ya baş em xêr û xweşiyê bixwazin ji bo hemû evd û evdalên xwedê * |
|
22.12.2019 00:55 |
xeyda
|
6. Li gorî Îslama bêguman heram e, gûneh e, qetl e. |
|
26.12.2019 01:43 |
gumgumok
|
7. Xwedê nede kesê lê piranî dema mirov di jiyana xwe de nikare pirsgirêken xwe çareser bike an jî ji kul û derdan nikare jîyana xwe bidomîne ev rewş derdikeve. |
|
26.12.2019 18:47 |
azad30
|
8. tevgera ku bi qasê dizanim tenê di mirovan de heye. ji ber ku tenê mirov hay ji hebûna xwe heye û dizane wê bimire. |
|
26.12.2019 20:37 |
simurg56
|
9. Hin kes jî hene ku xwekuştinê erênî dibînin. Mînak nietzsche jî yek jiwan e. Dibêje: “Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike. |
|
02.07.2022 08:35 |
evcebarê pirê
|
10. (bnr: exit bag) |
|
03.07.2022 00:09 |
mirovekirind
|
11. (bnr: xwekuştina nivîskaran) |
|
15.11.2022 23:06 |
mirovekirind
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |