1. nifşa zyê ew e ku kesên ku piştî sala 2000an hatine dinyayê... |
|
06.01.2020 14:40 |
ferhenga şikestî
|
2. Yek j'wan birazîkê min e. |
|
06.01.2020 23:18 ~2020.01.08 02:43 |
gumgumok
|
3. Nifşa ku kurdîyê wek zimanekî bêkêr dibîne ye. Min li kurmamê xwe şîretan dikirin ku li ser zimên bisekine û çiqas dikare bi kurdî biaxife lê di dawîya axaftinê da got "wê kurdî kêrê çi bê ?". Ev yek ji zêde li înternetê di malper û blog û kom û rûpelên tirkan ên qaşo li ser zanist û çandê disekinin da mijûlbûnê têtin. |
|
07.01.2020 00:07 ~2020.01.08 12:01 |
xelîl
|
4. Nifşa ku xetereyek pir mezin de ye. Piranîya vê nifşê kurdî nizane û ya jê xirabtir jî nezanînê ji xwe re nake kul û derd. Mîna ozurlüyane serê xwe ji bilî tora civakî û sefahatan tiştek bi kêr re naêşîne. Ne edetên berê ne hişmendîya kurdîtîya berê nemaye. Temam nifşa y jî pir ehlî keyf bu, carna pir bipirsgirêk bun lê tu car fikra kurdayetî kêm nedibu ji axaftin û sohbetan. |
|
07.01.2020 10:43 |
azad30
|
5. Ew nifşa kû mixabin ez jî têdeme lê belê wan gotinê kû li jor hatine nivîsîn yek jî di minde nemevcut e . Belê hingî li ser ziman û azadîya Kûrd difikirim ez nikarim li waneyên xwe bixebitim . |
|
07.01.2020 12:30 |
tîrêj zana 21
|
6. divê xema herî mezin ya rêxistinên kurdî bin lê mixabin ne xema tu kesî ne ji xeynî hindikayîyek biçûk. bi taybetî li tirkiyê êdî zêde ne pêkan e ku mirov bi çekan parîyek din jî ji mafên xwe bistîne. lê bi derfetên vê roja ku mhp serdest e jî, gelek tişt hene ku mirov dikare ji bo rizgarîya vî zimanî û vê nifşê bike. lê mixabin hê jî em her tiştî girêdayî serkeftina leşkerî dibînin. |
|
07.01.2020 23:03 |
simurg56
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |