1. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke |
|
07.05.2020 20:41 ~2020.05.16 20:58 |
simurg56
|
2. anîmasyonek kombersê ya 3d ye. ji çîroka munro leafî hatiye adaptekirin a ku bi heman navê ji bo zarokan di sala 1936an de hatiye weşandin. |
|
09.05.2020 18:55 ~19:03 |
biruya hayao miyazaki
|
3. anîmasyoneke zor xweş e. ferdînand navê gayekî ye ku ew serlehengê fîlmê ye. fîlm ji serboriyên vî gayê şirîn, netebitî, dilnazik û bengiyê hebûnê, rizgariyê pêk tê. dema xwendakarên min di gotina min de bin wek xelatekî carnan fîlmekê bi wan didim temaşekirin. ev fîlm jî yek ji wan bû ku kêfa me gellekî jê re hatibû. heta ku, min ji wan bêtir bi baldarî û bi kelecanî berê xwe dabû fîlmê. |
|
10.05.2020 02:23 |
xeyda
|
4. Fîlmeke anîmasyonê ye. Di fîlmê de hinek dîmenên klîşe hebin jî him bi peyamên xwe him jî bi pêkenokên xwe fîlmek serkeftî ye. |
|
17.05.2020 16:42 |
xelîl
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |