1. yek ji gotinên tirkan e ku şûna kurd tê bikaranîn. nîşaneya faşîstbûna kesê/a li hemberê ve ye. diho jî hevalên min hatibûn mala min. sohbet hat ser kurdan. hevala min a tirk (ji kar) du sê car şûna bêje kurd got doğulu. ez jî hêrs bûm, min got netirse li vir tu dikarî bêjî kûrt. hinek şerm kir lê ji ber ku di civatê de nû bû, min zêde tişt negotin. |
|
25.08.2021 09:45 |
xelîl
|
2. Dev ji Tirka berdin êdî Kurd ji xwe re dibêjin doğulu. Ez gelek caran lê rast hatime. Bi taybetî di şiroveyên YouTubeyê de wisa dinivîsin. |
|
25.08.2021 17:04 |
xabûrî
|
3. Gotinek qasî vê min aciz dike heye nixanim lê gava ez vî dibhîzim bi taybetî ji devê Kurdên reben hem dilê min dişewite hem jî wek ku yek bizmarkê dikûte nîvê serê min. |
|
25.08.2021 17:56 ~18:19 |
pîroz
|
4. Dîdo gotiye "min îfadeyek wek dogu dili bikar neaniye". Min jî baş bala xwe dayê ez dibêm qey gotiye "bi de o dili". Lê helbet gûyê belav kiriye nayê paqij kirin, û xetaya wê nayê efû kirin. |
|
25.08.2021 18:32 |
xabûrî
|
5. gotinekî ku ji pergala bişavtinê ya tirkan peyda bûye. xuyaya ev jî weke doğulu wê bi zimanê kurmanca ve bizeliqe... |
|
25.08.2021 19:53 ~19:55 |
hueyn
|
6. tirkî ye. |
|
25.08.2021 23:38 |
heval.js
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |