1. Hunermendê ku zêdehî bi tirkî û carna jî bi kurdî stranên protest dibêje. xelkê nevşehirê ye lê li almanyayê mezin bûye. Dema parêzvaniya (bodyguard) ahmet kaya kiriye bi dengê xwe yî xurt pêş dikeve û ahmet kaya nêzi 10 sala ewî li cem xwe digihêjîne ew jî ji ahmet kaya re him dibe parêzvan him dibe xwendevan. Ahmet kaya ji bo wî dibêje "çetin, ezê hundirê min da ye" û "ev deh sale ez hunerê wî hîn dikim bi rastî ez zehf westiyam vîdyoyê veke . Li roportajekî de ji wî dipirsin dibêjin tu tirk î ji ber çi stranên ser kurda û çend stranên kurdî dibêjî, ew jî dibêje dayîk û bavê min şoreşgerên çepgir bûn, ji min û birê/xwişka min re hîn kirin ku piştgiriya kesên mazlûm bikin, li tirkiyê kesên mazlûm kurd in elewî ne û karker-kedkarên tirk in ji ber wê yekê ez stranên wiha çê dikim (https://www.evrensel.net/haber/244497/sanatcinin-yeri-emegin-yanidir). 15 sal berî niha dest bi hîn bûna kurmancî kiribû ez bawer im hinek hîn bûye niha, strana wî ya bi navê "em zarokên amedê ne (2010)" da gotinên kurdî jî derbas dibûn û gorî yekî paşê ziman hîn bûyî, telafûzek xweş ser hebû vîdyoyê veke vîdyoyê veke Ev nêzî 10 salane li almanyayê şaredariya munihê da encûmen e (partiya çep ê almanya da). Hinek zehf lê hez dikin ji ber enternasyonalîstbûna wî, hinek jî wî rexne dikin, ez hez nakim tu şîrove li vir bikim. Ji bo dema behsa jêkirina baxçeyên hewselê hat kirin, bi navê "hewsel bahçeleri" stranek nivîsiye û gotiye. Bûyerek e pirr balkêş û trajîkomîk da jî rol hildaye. Sala 2007 da bernameya seda sayan li kanal d yê hebû û ez difikirim ku hûn texmîn dikin bernameyekî çawa bûye. Ewî jî albûma xwe da stranek bi navê "hayat bir şovmuş" derxistiye û wir him kapîtalîzmê him jî medyaya ku gel radizîne û rastiya li wan dûr dixe pir rexne dike. Navê bernameya seda sayan jî "seda sayan şov" bû û dema çêkirên bernameyê, qaseta çetin oraner dibînin ku porê wî dirêje û navê strana wî hayat bir şovmuş e dibêjin ev hûnermendekî pop muzîkê ye û wî dawetê bernamê dikin bi taybetî jî dibêjin vê strana xwe bêje ( bi playbackê tabî), ew jî derdikeve bernamê û strana ku serî heta neynokê ên mîna seda sayan rexne dike dibêje û seda sayan û ên stûdyoyê jî bi stranê re reqs dikin. Piştî bernamê ez nizanim çi gotine wî lê piştî vê bûyerê êdî navê çetin oraner qet carekî jî li televîzyonên tirkiyê nehate bihîstin. Bernama seda sayan: vîdyoyê veke Çetin oraner behsa çûyîna bernamê dike: vîdyoyê veke Dîskografiya wî: Canı Cehenneme Em Zarokên Amêdê ne 2010 Yangınlar Ülkesi · 2003 İstanbul Tanığımdır · 1998 Pişman Değilim · 2006 Ahmedo Bıra Gel Yar Birazdan Kudurur Deniz Düşlerim (Yasadışı Yüreğim) · 1992 Deryasın Sen Hayat Bir Showmuş Heli Yanacaksam Yanayım Seni Düşünmek Böyle Biter Mi Ay Dolana Turuncu Gemi Seni Sevmek Gitme Yangınlar Ülkesi · 2003 Nen Lori Yaralıyım Oy Benim Canım Yanıldıysam Sen Yürürsün Weylo Yol Uzun Hewsel Bahçeleri Düşlerim Sen Gelince Sonbaharda Ateşten Günler Karanlıkta Sevdam Acı Çekiyor Kırık Yar Sana Ölem Geliyor Were (rûkena min) ... |
|
24.04.2022 22:04 ~2022.04.25 12:48 |
pêşewa
|
2. şagirtê ahmet kaya ye. |
|
27.04.2022 23:28 |
bûtîmar
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |