Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 35 peyam
kontraksîyonên kurmancî - tirşik
kontraksîyonên kurmancî
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Kontraksîyonên ku meraq dikim ji bo standartîzasyona wan tu xebat heyi ya tuneyi?

Di îngîlîzî de şûna "I am", "I'm" tê bikar anîn li şûna "can not" jî "can't" tê bikar anin.

Ji bo kurmancî jî hinek mînak bidim:

"Ez jî werê difikirim"

"E'jî werê difikirim"

Em dikarin hîn jî kurt bikin.

E'j wer difikirim ( kurtkirina werê=>wer nabe kontraksîyon. Ji bo kontraksîyon dibê herî kêm du peyv hebi)

Mînakek din:

"Min ji te re gotîbû"

"Mijter gotibû" ( îja em 4 peyv kirin peyvek)

Dikarim mînakên din jî bidim lê nehewceye e'dibêm we fêm kir. Min heta niha nivîsên kurmancî'd tiştekî wer nedît û ji ber ku ev taybetî tirkî de tuneyi bala zimannasên me jî nakşîni.

Ez zanim hûnê reşşika bidin mi çimkî ez ne zimannasek mirî me(⁠✿⁠^⁠‿⁠^⁠)



08.12.2022 13:16 | lewendî

2. Ya herî pir "Xwedê'ş te razî be" ye.



10.12.2022 00:15 ~2022.12.31 08:54 | bakur.nekure1

3. Ez dê >> dê ez >>dê'z
Tu dê >> dê tu >> dê't
Ew dê >> dê ew >> dê'w
Hûn dê >> dê hûn >> dê'n
Em dê >> dê em >> dê'm
Ew dê >> dê ew >> dê'w

Ko hûn dixwazin , dikarin di helbestên xwe ya bi formata hece de yan jî hûn dikarin di jiyana xwe ya rojane de bikarbînin.

"Yadê ! , dê'z biçim!"



31.12.2022 08:59 ~09:01 | bakur.nekure1

dengdanên dawîn (yên din..)
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
Ya bi rastî belkî nanivîsin lê ez bawer dikim ku car caran li tirşike ...
cinorek [1]
Ez bixwe cinorekî gelekî pîroz dikim û spas dkkim jê re. Ji be...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2]
Leqebên kesan ên ku min ji malbata xwe hisiyane ev in: Dudo û nîv Em...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1]
Sala par em bi apê xwe re havînê çûn gund. Apê min ez hişyar kirim go...
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
ew wekî armanca xwe ya sereke li tirşikê bûna rêveber an edîtor dibîni...
belki ev jî bala te bikişînin
» kontraksîyonên kurmancî
» kurmancî axaftina afrîkayîyan

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî