Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
kurdên ku nizanin nîqaş bikin - tirşik
kurdên ku nizanin nîqaş bikin
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Dema tirk û Kurd bi hev re dikevin nîqaşê, gelê tirk her tim bi ser dikeve.

Bi giştî tirk ji kurdan re dibêjin:
-tecawizkarê kerê,
-bê dewletno,
-bê dîrokno,
-kurdistan li ku ye?
hwd..

Kurdên ku bi biratiya gelan bawer in dest bi îstismarkirina hestan dikin û dibêjin:
-bavê min polîs/leşker e,
-bav û kalên me li çanakkaleyê şer kirin,
-Kurd birayên tirkan in.
hwd...

Kurdên ku bi neteweperest in dibêjin:
-bi tenê dijûn,
-bi tenê dijûn,
-bi tenê dijûn
hwd.

Binêrin hevalno, bê rexne em nikarin bigihîjin derekê. Dema ku rexneyek tê kirin, ne zehmet e ku meriv fêm bike ku em xelet in.
heval, li şûna xeberan, êrîşî te bike? Parastina herî baş êrîş e.

Kurd xwedî dîrokeke dûr û dirêj in.
Kurd xwedî Zimaneke xweş û hêjatir in.
ciwanen Kurd bedewtir in.
Kurd şervan û esilzade ne.

Dema ku kurd dîroka xwe bikolin, wê vê yekê fahm bikin. Di dîrokê de tirkan çandên miletên din dizîn. Lê kurdan diziyeke wiha nekir in.
Li gel van hemûyan jî tiştekî ecêb e ku Kurdan nîqaş winda dikin.



04.04.2023 18:32 | horhorik

2. Kurd rast in ku nifiran li van tirkan dikin. Ez bi kurik re dipeyivim û haya kur ji dîrokê nîne.
Ew tiştên ku di dibistanê de hîn bûye dipeyive. Min bi yek kesî re neaxivî, bi dehan kesan re di heman demê de axivîm. Zarok ji dîrokê tiştek nabêjin.

tenê ji min re dibêjin "ma zimanekî wiha heye?". Ez ji wan bêzar bûm. Min ji yekî re got "tirkî zimanê berhevkirinê ye". ji min re got "cahilsin hahahahahha" (tu nezan î hahahah). Min got: "peyva cahil (nezan) bi erebî ye". û asteng kir.

Dû re yekî din ji min re got ku "di bio ya te bi çi zimanî hatiye nivîsandin wahahahaha". Ez jî bêzar bûm û min got "Min hînî diya te kir, here jê bipirse". Vî kesî jî ez asteng kirim. çi ehmeq in yaw.



16.04.2023 11:19 ~15:32 | horhorik

3. Min pirtûkek dixwend (tarîxa dewleta kurdan) û min got bila ez bêhnekê bidim. Di vê demê de ez çûm Instagramê û li peyaman mêze kirim. Paşê piştî ku min bersiva van peyaman da, min got ez ê bi reels temaşe bikim. yên min tenê vîdyoyên bi temaya dîrokê ne. Paşê ez rastî vîdyoyek hatim û vîdyo wiha bû:

-Çima li rojhilata navîn tim şer heye?
~emrîka

Paşê min li şîroveyan mêze kir. Min birayekî kurd dît ku merik pir xweş bersiv dabû wan. paşê xwediyê rûpelê hewl da ku şîroveya mêrik biguherîne (bi agahiyên derewîn). lê wî nikarîbû. Min got: "ger em rastiyê nizanibin emê bawer bikin (emojî û random)." û merik bersivên ecêb da.
Ez ji mêrik re dibêjim, “mişkên asyaya navîn" û ji min re dibêje: "tirkiyetî di makeqanûnê de parastî ye". law ma ez çi bikim?* Paşê ji min re got tu bê dewlet î. Min got raporên leşkerên rûs ên şerê cîhanê yê yekem bixwînê.


28 Çile 1916, Raporên Leşkerî yên Rûsyayê
"Leşkerên tirk ji ber ku nikarîbûn bersiva leşkerên rûsan bidin, neçar man ji Bitlîsê birevin. Kurdan bi dijwarî li dijî rûsan şer kirin. Bi sedan leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dan."

Paşê ji min re got: "Tu dîroka xwe bi rûmet dikî, ez jî rûmeta xwe rûmet dikim". baş e hûn çi dixwazin bikin lê hûn dîroka xwe xelet vedibêjin yaw. Min got vîdyoyek li ser bav û kalên wê yên qûlampara çêbike. û min asteng kir. Mirov bi deh hezaran şopînerên wî hebûn. lê nizane nîqaşê jî bike.

(bnr: tirkên ku dîroka rast nizanin)



21.05.2023 13:03 ~13:07 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên li welatên biyanî dijîn
» nîqaşa felsefî a bi kurdî

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî