Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    dubeytî - tirşik
    dubeytî
    (3) (0) ecêb (1) (7)
    di mijarê de bigere

    1. berhema nivîskî ya herî kevin ku bi kurdî bi zaravayÊ lorî ji alîye baba tahirê uryan ve di sedsala 11an de hatîye nivîsandin.



    2013.11.04-21:38 | diljan

    2. egêr dil dilber be, ma dilber kî ye

    eger dilber dil be, navê dil çiye,

    ez dil û dilber tevlîhev dibînim

    nizanim ku dil kî ye û dilber kî ye.(baba tahirê uryan)



    2013.11.04-22:44 | diljan

    3. bijîn ewên ku her şev te dibînin

    guh didin te û bi tere rûdinin

    eger ez nikaribim te bibinîm

    ez ê bibînim ewen ku te dibînin.

    /baba Tahîrê hemedanî/



    2013.11.04-23:16 | rêzan

    4. Alemê de kes nebe wek min, amîn

    Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn

    Her ê ku bi halê min bawer nîn e

    Weke min be, weke min be, weke min



    baba tahirê uryan



    2013.11.07-01:41 | xwelî li ser

    5. şev tarÎ rê bi kevir Û ez mest

    qedeh ket ji destê min qe neşkest

    parêzê wê xweş parêziyÊ dike

    eger na sed qedeh bê ketin şkest



    2014.06.05-14:16 | xelîlêzer

    6. Evîndar ew e ku herdem bi bela be;

    Mîna Eyûb bi kurman mubtela be;

    Weku Hesen binoşe tasa jehrê

    Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be.



    baba tahirê uryan



    2014.06.05-14:26 | xwelî li ser

    7. Ezîzno, qedrê hevûdu bizanin.

    Ku ecel wek kevir, em weke cam in.



    WERGER: SABAH KARA



    2014.10.28-17:10 | seydayê_peyvan

    8. Ji ber wê sabah kara aqil avêtiye



    2014.12.10-18:09 | cîncoqo

    9. dilo riya te b'asteng û kevire

    ji ser çerxa felekê dibuhure

    ku ji te tê, çerm ji goşt bidirîne

    da ku barê te, hê siviktir be

    ji lorî: sabah kara



    2015.08.09-03:15 [guhertin:2015.08.09 03:16]| kurêpîrê

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dubeytî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje pirtukweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî