7. dema ez hatim dinê bavê min li girtigehê bû. xebera min digihişte bavê min û dibêje apê min û diya min navê kurê min bikin berxwedan ji ber ku ez li vir ber xwe didim. mixabin apê min difikire û dibêje ev navek metirsîdar e bila navê birazî min bibe xelîl û heta bavê min li girtigehê derdikeve li nasnameyê de navê min wek halîl dinivîsinin. heta ez diçûm dibistanê jî bavê min digote min berxwedan. ji ber vî keça apê min ya ku qet kurdî nizane û tirkîyek stenbolî diaxife navê min xistubû berhudan. Min herdem jê nefret dikir û hê jî dikim ji vî qasê. |
|
13.07.2018 13:11 |
xelîl
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |