13. lîstikek vîdyoyê ye.Mirov dikare bi gmail anku facebook ve têkeve malperê de.Bi rastî dema nû derketibû zêde bala min nedikişand lê ev çendek e ez bûme fanê vî lîstikê.
Mixabin gelek waxtê mirov werdigre.
Çawa tê lîstin ?
Pêşniyara min ew e ku hûn dest bi lîstikê nekin lê dixwazim çend tiştan binvîsim.Hûn dikarin bi her navê û bi Wêneya profîlê (îngilizî skin e û gelemperî agar.io derfetekî dide tenê ku tu ji xwe re wêneyekî xêz bikî lê bi agartool extentionê tu dikarî wêneyan jî bar bikî , xeynê xêzkirinê gelek wêneyên ku agar.io pêşniyar dike jî hene.Mînak:kurdistan binvîsî ala rengîn dide te.) beşdarê agar.io bibin.
We ji xwe re navek û skînek hilda be êdî dikarin têkevin lîstikê.Li vir ;
bişkoka space ;te dike du qetan (par) ji bo ku banz bidî û yeke din bixwî
bişkoka W ; ji bo feed (dayîna xwarin anku bo bi sitirûyan yekî bixî bi kar tînî. )
Dema ku nû bî divê wan tiştan bizanibî.
Dikarim çawa bibim lîstikvanek prof ?
Tu dikarî ektentions (bi tirkî eklentî ye) ku bo agar.io hatine amade kirin û bê pere ne bi kar bînî.(Delta v5 , legendmode , agartool, vanilla ,hslo).Beriya daxistina van extentionan tampermonkey daxînî û li google chrome bar bikî dû re ji extentionsên li jor yekî bibijêrî (delta v5 pêşnîyar dikim) û li google chrome zêdebikî.dû re dikarî gelek eyeran li gor xwe çê bikî.
Tu rojên pêş te dikarî rêbazên kanon , trîk û lîstika bi du nîckan (multiplayers) ve jî hîn bî , dikarî baştir bileyzî.
Li ser agar.io chat jî heye lê divê hûn delta v5 ango extentionan yekî bar bikin.Ez pêşniyar nakim jiber ku gelek zarok hene û çêrên bereday dikin.Ji wan kesan û zêde zêde axaftina li ser agar.io dûr bin.
hevalên xwe beşdarê li ser discord.org ê bikin , ji ber ku bi dengî mirov dikare bileyze.
beriya destpê kirina lîstikê herin youtube û temaşe bikin gelo rêbazên serketinê çi ne , jiber ku gelek kesan vidyo kişandine û barkirine li ser youtube.
Bi kî re bileyzim ? Û li vir kurd hene gelo ?
Herkesî re dikarî bileyzî û li agar.io de gelek kurd hene.Lê hemû alî hev nakin.Kurdên ku tirkên bi nîckên bereday ve dileyzin pirr in.Mixabin kurdbûna wan kêm e bi ya min.Lê kurd gelek in û alîkarî hev dikin.
Li agar.io de gelek clan (kom) hene û lîstikê de nahêlin mirov çavên xwe vebike.Ji wan kesên ku girêdayî komekî bin re mat tê gotin û gelemperî mat bi sembolên çînî ,qele , sêv ve tên zanîn.
Helbet yên kurd jî hene.
|