2. Ev çendek berê ez çûm mêrdîn ê. Bi nêta kirîna sabûnê ketim dikanek sabûnfiroş û li dîwar wêne û nûçeyên xwediyê dikanê ku di rojnameyan de weşya bû hebûn. Me li ser lingan hebekê suhbet kir. Tevî ku camêr ereb bû bi kurdiyek xweş û fesih daxivî. Xweda wekîl ji gelek kurdên me baştir daxivî. Her çi be çavê min li teybek kevn û mezin ket. Min got kasetên te hene got erê yabo şivanê kurd û farid el- atraşê sûrî û çend navên din jî rêz kir, lê ez di vê navê han de sekinîm û min jê pirsî ku ev kî ye. bersivand û got stranbêjek ereb û ji sûri ye. Min yekser ji youtube ê vîdyoyên stranbêj derxist û nîşanê camêr da. Got ev bi xwe ye. Heyran ne sabûn ne tiştek din ma di hişê min de, min bergohk bi telefonê ve kir û xatir ji camêr xwest. |
|
12.03.2021 20:08 ~20:35 |
rizgarm
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |