34. Ne ji ber astengan e.
Ji ber ku hezar sal e hobî û xebat û erkên jinan li gor kêfa mêran hatiye hunandin. Tu dikare bêje "ma me destê jinan girtine bila werin li vir bin , bila hînî Kurdî bibin" hwd lê di bingeha ne çalakbûna jinan di warê xwendin û nivîsandin û parvekirina van tiştan de , ji dîrokê ve hepskirina li mitfaxan heye. Her tişt girêdayî hev e. Jin li gorî mêran kêmtir li Kurdî xwedî derdikevin, bila. Sedema vê jî xwebaweriya wan kêm e, jixwe xwe mecbûr dibînin her tiştê xwe bi civatê bidin qebûl kirin û him ji ber civatê , him jî ber zilma ku li mala xwe dibînin bi awayekî xwe ji vî zimanî dûr dixin. "Yên li derve" her tim ji bo xwe baştir û qenctir dibînin. Gelo sedema vê çiye ? Îja ji ser vana tê rabe Kurdî binivîse, bixwîne û li tirşik netê an li cîhekî din binivîse. Belkî peyamê de min Mijarê belawela kiriye hê jî dikim * Çimkî Jixwe ji peyama heval.jsshdhd ya digot "jin her tim înstagramê de ne" qeherîbûm çimkî kifş e ji ser vê "analîzê" jinan piçûk dîtiye, nêtek xerab tê de heye.
mijar tunebûna nivîskarên jin li ser tirşikê ye lê wekî jinek ez vê meseleyê bi gelemperî dixwînim. Hetta çi mesele were ber min ez berê ji ser jinan ,dûre jî li ser Kurdan dixwînim. Wekî din nêrîna min a li vê dinyayê tuneye çimkî. Dembaştir *
|