Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 14 peyam
dağları bekleyen kız

dağları bekleyen kız

2. Li ser vê romanê meqeleyekî bi navê "Türk Romanlarında Oryantalizmin
İzini Sürmek: Dağları Bekleyen Kız
ve Dersim 1937" ji aliyê Ronayi Önen ve hatiye nivîsin.

Derheqê vê romanê wiha gotiye :

"Li gorî pênasa Saîd, “Oryantalîzm” şêweyekî hizirînê ye ku pala xwe dide cîhêgirtina ontolojîk û epîstemolojîk a navbera “Şerq” û “Xerb”ê. Civateke fireh a nivîskaran ku di navbera wan de hozan,
romannûs, felsefezan, teorîsyenên siyasetê, aborîzan û rêvebirên împeratoriyê jî hene, gava ku li ser Şerqê, mirov û kevneşopiyên wê, aqil û qedera wê, teorî, destan, roman, şayesên civakî û tomarên siyasî pêk tînin û diedilînin, ”cudatiya” hîmî ya di navbera Rojhilat û Rojava de, ji xwe re dikin xala destpêkê.Ku em li gora bilêvkirina Saîd a oryantalîzmê re binirxînin, Gava ku Tirkiyê di avakirina ne￾tewe dewleta xwe de, wek divêtiya netewperestiyê êdinên xwe afi￾randine, rojhilatê Ferêt wekî erdnîgariyeke paşdemayî û hewceyî şarezatiyê û di serî de Kurd, gelên vêerdnîgariyê jî, wekî mirovên “nezan”, hînî birêbebirina li gora urf û adetan bûyî, heta “hov”,
saz kiriye. Gava ku ev kiriye jî, her wekî Saîd jî daxuyandiye, ho￾zan, romannûs û teorîsyenên siyasetê piştevanî kiriye. Ez ê di vê nivîsê de, di rêya ku Saîd vekiriye re biçim û hewl bidim ku bi du
nivîskarên romanê, oryantalîzma di avakirina netew-dewleta Tirk de xwedî roleke mezin û taybetmendiyeke berbiçav a neteweperestiya Tirk, bişopînim. Pirtûka yekem ku ez ê lê hûr bibim, pirtûka
Esat Mahmut Karakurt a bi navê “Keça Pesahana Çiyan-Dağları Bekleyen Kız” e. Pirtûka din jî romanek e; romana Barbaros Baykara ya bi navê “Dêrsim 1937- Dersim 1937” ku gelekî piştî wê di
salên 1970’yî de hatiye nivîsandin. "


Hûn dikarin ji vir bixwînin : Here lînkê



18.02.2023 11:24 ~11:38 | bakur.nekure1

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
bnr [2]
Heta niha kesî derbarê wê mîjarê ew heneka nekiriye. Ez bikim: (bnr: ...
hêvî (stran) [2]
Strana (bnr: Îbrahîm rojhilat) e. Sala 2008 da li albûma (vbnr: ji te ...
erling braut haaland [1]
Lîstikvanek fûtbolê ye. Berê li tîmên molde û (vbnr: dortmun...
belki ev jî bala te bikişînin
» dağları bekleyen kız
» kız kulesi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî