5. kareke xweş e. her çiqas karmatî dilê xwe rehet bikê jî divê mirov piçek objektif be*.endezyarî û avahîsazî karên cûda ne û ne tenê endezyarên avahîyan, hemû endazyaran di bin avahîsazan de dixebitin. li cem min xwe, endezyarê avahîyan, endezyarê elektrîkê, endezyarê mekanîkê, endezyarê erdnasîyê û endezyarê nexşeyê dixebitin. ango em dikarin bêjin ku avahîsaz serokê orkestrayê ye û endezyaran jî sazbend in. ji bo vê yekê ji avahîsazan re dibêjin belayê serê endezyaranê. Lê wek gotina karmatî hinek ji wan belane û kêrî pîvazekê nayê. avahîsazî karê hunerê ye, eger huner tunebe avahîsazî jî nabe. tişteke din jî; beş a herî zor bijîşkî tê zanîn, lê bi ya min avahîsazî zêdetir zor e. him xwendina wê him jî xebitina wê. dîsa jî, bi her alîyê ve mirov têr dike; alîyê ramanî û civakîyê, alîyê aborî û manewîyê. ji zarokên xwe re avahîsazîyê pêşnîyar bikin, jîyana wan, ramanên wan û nêrîna wan a dinyayê yê biguhare. |
|
22.01.2014 14:12 |
nazim tolhildan
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |