Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 23 peyam
pirtûk xwendin vs film temaşe kirin

pirtûk xwendin vs film temaşe kirin

4. danberhevdaneke tewş e, ji ber ku dema tu hê beriya ku vê berawirdiyê çêbikî, bi navkirina mijarê jî cara ewil neheqiyek dikî. neheqiyek li ser xwendina pirtûkan hatiye kirin ji ber ku fîlm beşeke ji jiyana modern a mirovahiyê ye ango aktîviteya ji serdema nû ye, bi awayekî rêkûpêk pêkhatina bûyeran a li ser dîmena televîzyonê ye gelek mijarên jiyanê an jî dûrî jiyanê dikarin bibin mijara fîlmê lê ji bela ku fîlm bixwe rûdaneke hunerî ye taybetmediyeke wê ya xweser heye. yanî tu fîlmeke li ser dîrokê ya rasteqîn jî çêbikî divê li gorî pîvan û krîterên hunera fîlmê çêbikî da ku wateya wê xera nekî.

lê pirtûk ne wisa ye tim tê gotin ku beriya her tiştî peyv hebû, peyv destpêka hevokê ye, hevok jî ya pirtûkê ye, ji dema îcatkirina alfeba û nivîsê pirtûk hebû û pirtûk ji bo fêmkirin û têgihîştina cîhanê çavkaniyeke sereke û bingehîn û jêneger e. dema mariv bixwaze hînî tiştekî bibe, destê xwe li ser pirtûkan dipelîne, ne li ser fîlman. ez jî gelek hez ji darîkirina fîlman dikim lê hezkirin û zewqgirtin cuda ye, kêrhatîbûn cuda ye. divê mariv rastgo be ku mariv fîlman ji bo berhewa kirin û jiholêrakirina eciziya xwe darî dike. min heta niha ji tu kesî nebihîstiye ku gotibe valle min meraq kir bê ka fîlan bûyer çawa qewimiye an jî falan meseleye çi ye ez fîlmek temaşa bikim hînî van yekan bibim...

wêne, werzîş, huner, şano, mûzîk, fîlm... hwd. komple hemû ji aliyê mirovan ji bo hemû mirovahiyê ye, ha tabî tu dikarî bêjî ku ez ji mûzkê hez dikim û bi min xweş tê pê re têkildar bim an jî dikarî bêjî ji şanoyê hez dikim.. lê pirtûk bi tena serê xwe hemuyan di hundirê xwe de dihewîne, yanî tu dikarî di derheqî dîrokê de jî hunerê de jî şanoyê de.. hwd xwediyê agahdariyan bibî, xwediyê zanînê bibî.

mesela tu fîlmek darî bikî jî nikarî wek çavkanî nîşan bidî ji lew dê herkes heneka xwe bi te bike

dibe ku di fîlmekê de jî zanîn hebe, lê ew jî ji çavkaniya nivîskî hatiye girtin.



26.08.2014 15:27 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkfiroşgeh
» xwendinên şaş
» filmên bi jêrnivîsa kurdî li ku ne?
» temaşekirina fîlmên yeşilçamê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî