Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
bîranînên nîşdariyê

bîranînên nîşdariyê

1. ji ber tengasiya henaseyê du caran nîşdarî(ameliyat) bûm..di zimanê tip'ê de nexweşiyê re nasal septum deviation dibêjin..nîşdariyê hem bijişkên cerahiya plastîkî hem jî bijişkên guh-poz-gewriyê dikin..ya dawî par, sala çûyînî ( borî) di nexweşxaneyek taybet de bi rêbaza anasteziya lokalê bû.. pêşî narkozê bi derziyan derdora pozê dixin, eşê derziyan qet nebe di deh çirkan de heçko çend moz bi hev re mîrovan digire ye, piştrê dest bi ameliyetê dikin.. di ameliyatê de hişê meriv li ser xwe ye, nakeve rewşa xewirînê....ya dawî de di navbera emeliyatê de bandora narkozê hindik bû, ku bijîşk di rêya pozê de perçeyek birand..ji eşan û barînê lingên min rabûn banî, yekî xwe avet lingê min girt ku li ser maseyê ger nebim, nakevim erdê..min evqas eş qet nekişandibû heta niha..gelo narkoz tişkekî bûha ye ku hindik hindik didin..qet nebe heft heşt caran bi derziyên biçûk ve narkozê derdorê pozê lê dixistin..

bona emeliyatê bi bijîşk re qasî penç sed kaxezî em hev hatin lê berî destpêkirina ameliyatê bijîşk got ku tu dixwazi estetîkê jî bikim ku ev jî hezar lire digire.. got dema em perçeyekî bibirrin dibe estetika pozê te xera bibe, ku tu îro nebû dibe tu sibe bibe..hwd..carek din ji ber nexwarina narkozê li ser maseyê berî destpêkirinê hezar lire din çû..min got ku encama ameliyat baş be bila evqas pere ne hewce ye.. lê diviyabû we berê bigota.. bi wî avayî gotin ne baş bû..bijîşk, yên di nexweşxaneyên taybet de dixebitin, jî edî rêyên tazî kirina- ( an jî ya rast reyên şelandinê ) mîrovan dizanin.. ku di der barê bijîşkê de di malpera nexweşxaneyê de tiştên jî baş digotin..

di bin kerê ku ew li gorî emeliyatan din ne tiştek bû jiyana mîrov bi rastî tê li ber çavan ku mirov fam dike tendûristî di jiyanê de hema her tişt e ..



20.01.2015 22:31 | havka

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî